Jin û Ragihandin mijara panela Desteya Jinan û Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser

Desteya Jinan û Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, panelek bi navnîşan “Jin û Ragihandin” bi armanca şîrovekirina rola jinan di ragihandinê de û zehmetiyên li pêşiya wê, li dar xist.

Jin û Ragihandin mijara panela Desteya Jinan û Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser
19 cotmeh, 2022   16:02
REQA

Di panelê de, rojnamevanên jin ji Reqayê, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Jinan a Sûriyê, cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mela Îbrahîm û cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê, beşdar bûn.

Di serî de, cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber Emîne Osê wiha axivî: “Sibe 20’ê Cotmehê salvegera 5’emîn a rizgarkirina Reqayê ye ku berê wek paytexta DAIŞ’ê dihat naskirin, di encama mayîna wê ya 4 salan de li bajêr de, herî zêde zirar gihîşt jinan.”

/ar/uploads/files/2022/10/19/134616_malfa-alaly.webp

Emîne Osê wiha lê zêde kir: “Me cûreyên tundiyê yên ku li dijî jinê dihatin pêkanîna ji bîr nekirine, ji ber wê jî rizgarkirina Reqayê li me hemiyan, li şêniyên Reqayê bi taybetî jinan, pîroz be.”

Emîne Osê destnîşan kir ku jin rêgeza sereke ya projeya netewa demokratîk e ku tev li hemû rêveberiyên sivîl, civakî û siyasî bûye û destkeftiyên bêhempa bi dest xistin û got: “Jin di veguhastina rastiyê de û bandora wê li ser civakê jî bi rola xwe rabû û hewl dide çareseriyan ji pirsgirêkên civakê re bibîne.”

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Malva Elî, behsa rola ragihandinê di veguhestina rastiya şaristaniya de heta niha kir û wiha domand: “Bi saya ragihandinê, me hêza gelan nas kir ji ber ku ragihandin, wêneya rastîn a çanda gelan ji me re veguhast.”

Piştre beşdaran mijara panelê nîqaş kir û di dawiyê de panel bi encamnameyekê bidawî bû ku cîgira Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm xwendin.

Di encamnameyê de, bang hat kirin ku jin di aliyê ragihandinê de were xurtkirin bi rêya lidarxistina panel û komxebatan, sûd ji tecrubeyên ragihandinê yên jinan li ser asta hundir û derve were girtin, zêdekirina dewreyên perwerdeyê li ser asta derûnî ji bo rojnamevanên jin, lidarxistina panelên mîna vê panelê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(mh)

ANHA