​​​​​​​Parêzer: Hiştina rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e

Endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bêparhiştina wî ji ‘mafê hêviyê’, her wiha zextên herî giran ku li ser wî tên meşandin, bi hewldana tunekirina daxwaza azadî û edaletê pêk tê.

​​​​​​​Parêzer: Hiştina rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e
19 cotmeh, 2022   00:40
QAMIŞLO – GELHAT ANDOK

Rêber Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin, niha li girava Îmraliyê tê ragirtin. Her wiha rastî zextên herî giran tê. Di serî de jî tecrîda girankirî, astengkirina hevdîtina wî bi parêzerên wî re û bêparhiştina wî ji mafê hêviyê.

/kr/uploads/files/2022/10/18/193100_-.webp

Der barê tecrîda girankirî de, endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xufran Xelef wiha got: "Naveroka tecrîdê bi serê xwe û hiştina Rêbertî heta niha, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye."

Xufran Xelef axaftina xwe wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi nûkirin û girankirina tecrîdê dixwaze îradeya rêbertî û hêviya Rojhilata Navîn a azadî, wekhevî û edaletê bişkîne. Lê belê ew ê negihêje armanca xwe, rêbertî bi awayekî fîzîkî dîlgirtî ye ne bi awayê fikirî. Tevî tecrîda ku li ser wî hatiye ferzkirin jî, lê fikir û ramanên wî di nava gelan de ne. Ev tecrîd li gorî qanûnên Tirkiyê û li gorî qanûnên welatên din jî, tecrîdeke neqanûnî ye."

BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ

Xufran Xelef da zanîn ku tecrîd binpêkirina qanûnên navneteweyî û mirovî ye û wiha lê zêde kir: "Hebûna Rêbertî ya heta niha li Girava Îmraliyê ne tenê binpêkirina herî mezin a qanûnên navneteweyî ye, lê belê binpêkirina herî mezin a qanûnên mirovî ye jî. Dewleta Tirk Rêbertî ji "mafê hêviyê" bê par dihêle. Ew dizanin ku azadiya Rêbertî dê aştiya Rojhilata Navîn pêk bîne û azadiya Rêbertî kilîta yekem a çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."

/kr/uploads/files/2022/10/18/193035_-.webp

Her wiha endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Zahir Qendîl jî bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliyê hêzên serdest ve li dijî rêber Ocalan hate kirin.

Qendîl wiha got: "Piştî guherandina cezayê îdamê yê li ser rêber Ocalan ji bo muebbedê, qanûnek bi navê sekinandina biryara di meriyetê de (çaryeka demê) heye û ev maf ji bo hemû girtiyên cîhanê ye. Anku kesê cezayê muebbedê lê hatibe birîn, piştî 20 salan an jî zêdetir ji vê madeya qanûnî sûd werdigire; sekinandina biryara di meriyetê de, lê ev yek ji bo rêber Ocalan nehat pêkanîn û kesî dengê xwe nekir."

Li ser rola hêzên serdest Qendîl wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu berjewendiya hêzên serdest di sekinandina şer û pevçûnan de tune ye. Bi serbestberdana rêbertî wê aştî li herêmê belav bibe, ev jî ne li gorî berjewendiyên wan e û ew wek dewletên serdest dê ziyaneke mezin bigihêje wan. Ev dewlet çavkaniyên mirovî û aborî û tiştên ku ji bo talankirinê hene, bi gurkirina pevçûn û şeran îstîsmar dike."

‘SERKEFTINA RÊVEBERIYA XWESER ÎSPATA MEZINAHIYA FIKIRÊN RÊBER OCALAN E’

Qendîl behsa projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û got: "Ev proje îspata mezinahiya fikirên Rêbertî ye. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek parêzer me fikir û felsefeya Rêbertî qebûl kiriye û em pê bawer in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pêkhate hene, hêzên komploger jî rêber Ocalan û sembola wî nas dikin."

Der barê karê ku ji parêzeran tê xwestin Zahir Qendîl wiha got: "Pêwîst e dan û standin bi parêzerên cîhanê re bê kirin da ku zextê li faşîzma Tirk bikin ku rêber Ocalan serbest bê berdan. Her wiha pêwîst e bi hemû derfetên heyî kar bê kirin da ku madeya sekinandina biryara di meriyetê de bê aktîvkirin ku tê wateya mafê hêviyê. Divê em zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin ku qanûnan pêk bîne."

‘EW BI XWE QANÛNAN ÇÊDIKIN Û BI XWE JÎ BINPÊ DIKIN’

/kr/uploads/files/2022/10/18/193130_-...webp

Endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Nisrîn Osman jî got: "Welatên ku qanûnên parastina mafên mirovan çêkirine, heman welat in ku van qanûnan binpê dikin û bi cih naynin. Mînaka herî berbiçav jî tişta ku rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de pê re rû bi rû maye."

Nisrîn Osman bang li parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hemû îmkanên xwe bi kar bînin, çalakî û bernameyan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan organîze bikin.

(hs)

ANHA