​​​​​​​Gelo bi hilbijartina serokekî nû yê Iraqê dê welat ji bin ebaya hêzên derve derkeve?

Kêm mabû ku Iraq bikeve nava şerekî navxweyî yê şîeyan; şerê di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de ji bo serokatiya hikumetê. Lê parlamentoya Iraqê di hilbijartina serokkomar de û destnîşankirina serokwezîrekî nû ji bo hikumetê, bi ser ket. Gelo ev guhertin dê ji bo Iraqê geşedaneke erênî ya cidî be? Di rewşa aloz a Iraqê de dê guhertinên mezin çêbin?

​​​​​​​Gelo bi hilbijartina serokekî nû yê Iraqê dê welat ji bin ebaya hêzên derve derkeve?
19 cotmeh, 2022   03:28
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî salekê ji felcbûna siyasî ya Iraqê û binkeftina hêzên siyasî yên sereke ji bo gihiştina rêkeftinekê ji hilbijartinên qanûnî yên Cotmeha 2021'an ku vê yekê di warê ewlehî û aborî de bandor li jiyana xelkê kir, Bexdayê ji bo derketina ji vê qeyranê gavek avêt. Parlamentoya Iraqê di hilbijartina serokekî nû yê komarê û destnîşankirina serokwezîrekî nû de bi ser ket, ku bi vê yekê tê hêvîkirin welat ji qeyranên din jî derkeve.

Tevî girîngiya vê serkeftinê ku piştî ragihandina avakirina hevpeymana "Rêveberiya Dewletê" pêk hat ku tê de Çarçoveya Hemahengiyê, Hevbendiya Ezim, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Hevbendiya Serdestiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bloka Babiliyûn a Xiristiyan beşdar in, beşa herî dijwar hîn di rojên pêş de ye.

Çavdêr amaje bi vê yekê dikin ku karê hilbijartina serokê komarê û tayînkirina serokwezîrekî nû ji bo hikumetê li welatekî pir etnîkî, ji karê avakirina hikumetê û lihevkirina li ser wezaretên serwerî (derve, berevanî, darayî û petrolê) hêsantir xuya dike. Wexta behsa van wezaretan bê kirin, wê xitimandin dîsa derkeve holê. Piştî êrişa Amerîka li Iraqê, li vî welatî tişta herî giring ji bo çîna siyasî ya serdest, parvekirina serwetê ye. Wê her alî hewl bide ku para herî mezin bi dest bixe.

Têkildarî mijarê lêkolînerê siyasî yê iraqî Riyad El Wihêlî wiha axivî: "Xitimîna siyasî salekê domiya, piştî guftûgoyên di navbera aliyên siyasî yên bi bandor de, Hevbendiya Rêveberiya Dewletê hate avakirin ku tê de Çarçoveya Hemahengiyê, hêzên Kurdî û hevbendiay Serweriyê cih digirtin. Vê jî hişt ku civîna pêncşema borî ya parlemanê were lidarxistin ku tê de serokê nû yê komarê Ebdulletîf Reşîd hat hilbijartin û Sûdanî wek serokwezîr hat destnîşankirin." 

El Wihêlî wiha lê zêde kir: "Tişta ku pêk hat li ser asta siyasî ya Îraqê guhertine bi kalîte ye. Hikumeta bê ya Sûdanî bi karên mezin re rû bi rû ye, nemaze ji bo çareserkirina qeyranên ku di dema hikumeta Kazimî de qewimîn, di nav de temamkirina projeyan, bidawîkirina bêkariyê, pêşkêşkirina xizmetguzariyan û şerê li dijî gendeliyê."

Çavdêrên rewşa Îraqê di wê baweriyê de ne ku darekî sêrbaz aliyên siyasî yên nakok li Iraqê roja pêncşema borî ber bi lihevkirinekê ve birine. Ku çavkaniya wê Tehran e, ji ber rewşa ku tê re derbas dibe, berdewama serhildana li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û ji ber rawestandina dosya nukleerî ya Îranê heta piştî hilbijartinên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê."

Her wiha rola Washingtonê jî ya ku dixwaze nakokiyên li Rojhilata Navîn bicemidîne ji bo ku xwe ji Rûsya û Çînê re vala bike. Her wiha ev yek wek reaksiyoneke dostane ya Amerîkayê li hember Tehranê ye û li dijî daxwaza Siûdiyê ye ku Riyadê berovajî daxwaza Washingtonê kêmkirina berhemanîna petrolê îmze kiriye. Dibe ku peymana di navbera Lubnanê de ku bi çiraya kesk ji Hizbullahê û razîbûna Îran û Îsraîlê bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hat, vê nêrînê îspat bike.

El Wihêlî her wiha got: "Bi giranî, xitimîna siyasî ya Iraqê ji ber bondora derve ve bû, lê di lihevkirina vê dawiyê de ku ji bo hilbijartina serokkomar hat kirin, rola sereke ya hêzên navxwe û piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji her lihevkirina di navbera hêzên siyasî yên Iraqê de bû. Lê guhertinên navneteweyî di şerê Ukrayna-Rûsya de, encamên wê û hewcedariya cîhanê bi enerjiyê, hişt ku welatên mezin hewl bidin aramiyê li welatên Rojhilata Navîn pêk bînin."

BANDORA LI SER SIYASETA DERVE YA IRAQÊ

Der barê çêkirina guhertinên mezin di siyaseta derve ya Iraqê de, lêkolînerê siyasî yê iraqî Riyad El Wihêlî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Bêguman dê di siyaseta Iraqê de li ser asta derve li hember Tirkiyê guhertin çêbibin, ji ber ku Iraq dê ji Tirkiyê bixwaze ku hêzên xwe ji bakurê Iraqê derxe. Iraq dê daxwaza para xwe ya avê bike, nemaze ku neheqîyek di hikumeta El Kazimî de hebû ku bû sedema ziwabûnek eşkere."

El Wihêlî herî dawiyê wiha got: "Der barê Amerîkayê de jî, bi baweriya min dê jê were xwestin ku hêzên xwe ji Iraqê derxe û rê li ber destwerdana wê di rêkeftinên Iraqê yên li gel welatên din de bê girtin. Li ser asta erebî jî dê rêkeftinên ku hikumeta Kazimî bi welatên erebî re îmze kirine, raçavkirin û guncawbûna wan û rêjeya sûdwergirtina ji wan bê lêkolînkirin. Ez bawer nakim siyaseta li hember Îranê biguhere û dê wek berê bimîne."

(hs)

ANHA