​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2022`YAN
18 cotmeh, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîma xiyabî ji bo şehîd Serdem Agirî li goristana şehîd Delîl Saroxan de dar dixe ku di êrişên bi çekên kîmyawî de li çiyayên Kurdistanê di berxwedana Zapê de şehîd bûbû saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê ku herî dawî bûn sedema şehîdxistina 17 gerîla xwepêşandan li dar dixin saet di 10:30`an de. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê têkildarî heman mijarê daxuyanî dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Kongra Star û Saziyên Civaka Sivîl, Meclisa Navçeya Dêrikê têkildarî şewata li girtîgeha Evîn rû daye û di encamê de 2 siyasetemdaran jiyana xwe ji dest daye, li pêşiya navenda Kongra Star a Dêrikê daxuyanî didin saet di 09:00`an de. Her wiha Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê girêdayî heman mijarê û ji bo piştgiriya serhildana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li pêşiya avahiya Yekitiya Parêzeran a Kobanê daxuyanî dide saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji bo bîranîna 64 şehîdên ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de û cih û demên cuda şehîd bûne, merasîmekê li hola kluba Siyahî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jinan û Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşma Jin û Ragihandê panelek li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Girkê Legê sersaxî didin malbata şehîd Rûksen Zagros ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina projeyên 2023`yan, komxebatek li xwaringeha Tayfûr a Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên rojaveyê Dêrazorê, cenazeyê şehîdê QSD`ê li goristana Şehîdan a li bajarokê Ebû Xeşeb oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyastmedar û rewşenbîran diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ew e ku Mîsaqê Milî pêk bîne. Her wiha piştrast kir ku divê Kurd bibin yek da ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker di nêzî 5 salan de 20 mêtîngeh li Efrîna dagirkirî ava kirin û li ser avakirina mêtîngehên dîtir dixebite. Li rex wê jî kampên belave ava dike da ku malbatên ji seranserî herêmên Sûriyê lê bi cih bike. Dagirkeriya Tirk ji vê yekê armanc dike ku demografiya herêmê biguherîne û wê ji Sûriyê qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike. (BI WÊNE)  

Koordînasyona Kongra Star Şîrîn Hesen diyar kir ku Kongra Star ji bo damezirandina kongreyeke jinan a xwedî nêrîneke hevgirtî li hember zihniyeta baviksalarî û pergalên dîktator, hewl dide rola jinan di hemû aliyan de xurttir bike û li ser astên kurdistanî û herêmî kar û xebat bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Piştî 5 salan ji rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, li bajar di warên aborî û xizmetguzariyê de pêşketineke mezin çêbû. Ev hemû bi saya xebatên komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê û israra gel a vegerandina bajarê xwe wekî berê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bêparhiştina wî ji ‘mafê hêviyê’, her wiha zextên herî giran ku li ser wî tên meşandin, bi hewldana tunekirina daxwaza azadî û edaletê pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê bi çîrokên lehengî û fedakariyê dagirtî ye. Yek ji wan çîrokan a şervan Mezlûm Madora ye ku di Cotmeha 2019`an de di dema êrişa dagirkeriya Tirk a li ser Serêkaniyê de ji her du lingên xwe bûye. Mezlûm Madora dibêje “Hîna du destên min hene û dikarim çekê rakin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Kêm mabû ku Iraq bikeve nava şerekî navxweyî yê şîeyan; şerê di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de ji bo serokatiya hikumetê. Lê parlamentoya Iraqê di hilbijartina serokkomar de û destnîşankirina serokwezîrekî nû ji bo hikumetê, bi ser ket. Gelo ev guhertin dê ji bo Iraqê geşedaneke erênî ya cidî be? Di rewşa aloz a Iraqê de dê guhertinên mezin çêbin? (BI WÊNE)

ANHA