​​​​​​​Li hember daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî karkeran hêrseke mezin heye

Li hember daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî mirina 41 karkerên kana komir a li Tirkiyê ku mirina wan wek “qeza û qeder” pênase kiribû, neranîzbûnên gel derketin. Malbatên qurbaniyên jî got zêdetirî hefteyekê karkeran bêhna gazê kiriye lê rayedaran ji bo rêgirtina li vê karesatê mudaxele nekiriye.

​​​​​​​Li hember daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî karkeran hêrseke mezin heye
17 cotmeh, 2022   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî dabûn û mirina 41 karkeran li kana komir a bajarê Bartinê yê Tirkiyê wek “qeza û qeder” pênase kiribû.

Daxuyaniyên ku Erdogan di dema serdana Bartinê de dane, bûn sedema hêrs û nerazîbûnê. Hinekan bûyer wek “komkujî” pênase kir û got ji ber xemsariya desthilatê û paşguhkirina karkeran rû daye.

Serokê partiya muxalefetê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî bersiva Erdogan dabû û gotibû: “Em di kîjan serdemê de dijîn? Bûyerên li kanan çima tenê li Tirkiyê rû didin?”

Heta niha sedemên teqînê nayên zanîn. Desthilata Tirk gotibû ku Dozgeriya Giştî têkildarî sedemên teqînê lêpirsîn vekiriye û li gorî raporên destpêkê dibe ku sedema teqînê derbasbûna gaza metanê be.

Bavê qurbaniyekî teqînê ji ajanseke Pakistanê re axivî û diyar kir ku lawê wî heta 10 rojan bêhna gazê dikir.

Jinekê jî di oxirkirina cenazeyê birayê xwe de wiha got: “Birayê min dizanî, digot ev 10-15 roj e bêhna gaze tê. Digot ew ê biteqe, ev xemsarî ye, dê me biteqînin. Wî baş dizanî.”

Di dema teqînê de zêdetirî 100 kesî li kanê hebû, herî kêm nîvê wan li kûrahiya 300 metreyî bûn, ji wan 58 kes filitîn.

NE CARA YEKÊ YE!

Li kanên li Tirkiyê bi domdarî teqîn rû didin, bi taybetî jî li kanên taybet ku pirî caran tedbîr lê nayên girtin.

Ev ne karesata yekê ye ku li kanên Tirkiyê rû daye. Beriya niha di 2014`an de karesateke mezin li kaneke welêt rû dabû. Wê demê li bajarokê Soma yê li rojavayê Tirkiyê di teqîna kanekê de 301 kes miribûn. Wê demê jî li hember Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, nerazîbûn derketin. Bi hezaran kes daketin kolanan û hikumet protesto kir.

(cx)