​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê zarokek hat qetilkirin

Li bajarokê Kifrî yê Başûrê Kurdistanê zarokek 14 salî ya bi navê Îman Şikur hate qetilkirin.

​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê zarokek hat qetilkirin
17 cotmeh, 2022   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Kifrî yê ser bi Herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê, zaroka 14 salî a bi navê Îman Berzan Şikur, ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.

Hate ragihandin ku piştî ku ev sûc pêk aniye, kujer reviyaye cihekî nediyar û heya niha nehatiye girtin.