Li Derayê mayînek bi wesayîteke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya

Vê sibehê li gundewarê rojavayê Derayê mayînek bi wesayîteke leşkerî ya “Lîwaya 112`an” a hêzên hikûmeta Şamê de teqiya, di encamê de hin endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li Derayê mayînek bi wesayîteke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya
17 cotmeh, 2022   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), vê sibehê li ser rêya di navbera Newa û Cibêliyê yên rojavayê Derayê de, mayînek bi wesayîteke leşkerî ya “Lîwaya 112`an” ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya. Di encamê de ji hêzên hikumeta Şamê kuştî û birîndar çêbûn.

Bi zêdebûna rewşên kuştin û hedefgirtinan re hîna tevlîheviya ewlehiyê li Derayê dewam dike. Di heman demê de hêrsa gel a li hember siyasetên hikumeta Şamê ya li hember xelkê herêmê didome. Bi tabet piştî pêkanîna “lihevhatinan” ji aliyê hikuemta Şamê ve, li herêmê di navbera gel û hikumeta Şamê de alozî derdikeve.

Bi van daneyan re, li gorî belgeyên SOHR`ê ji destpêka îsal de li Derayê 437 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine. Di encamê de 373 kes hatine kuştin, ku piraniya wan sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê , hevkarên saziyên ewlehiyê û endamên “lihevhatinan” in.