ʹHevgirtina pêkhateyan mertala xurt a li hember planên dewleta Tirk eʹ

Endamê PYD’ê û rûspiyê eşîra Igêdat da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên herêmê dê hemû planên dewleta Tirk ên bi armanca derxistina fîtneyan têk bibin.

ʹHevgirtina pêkhateyan mertala xurt a li hember planên dewleta Tirk eʹ
17 cotmeh, 2022   04:50
HESEKÊ-BASIM EL DEXÎL

Li gel gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hin alî hewl didin bi rêbazên cûda projeya biryatiya gelan têk bibin. Ji wan rêbazan; derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de ye.

/kr/uploads/files/2022/10/16/180502_.webp

Li ser vê mijarê, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enes Qasim El Merfoi diyar kir ku hevgirtina Kurd û Ereban ne nû ye ye, lê têkiliya xurt û kûr a di navbera wan dîrokî ye.

Enes El Merfoi li ser van têkiliyan bi bîr xist ku bi serkêşiya Selahedîn El Eyûbî yê Kurd û hevgirtina Kurd û Erebên misilman Qudis a pîroz ji xaçperestan rizgar bû û îro jî dîrok xwe dûbare dike.

El Merfoi wiha domand: "Salên berê lawazbûna hêzên hikumeta Sûriyê li hehmber parastina gel û xaka xwe eşkere kir. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir ku ji bilî Kurd, Ereb û Suryanên herêmê tu kes nikare vê xakê biparêze.

El Merfoi îşaret bi rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya xurtkirina têkilî û hevgirtina di nava pêkhateyan de kir û wiha got: "QSD’ê tabloyeke mozaîk ava kir ku hemû welatiyên li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hembêz kirin. Her wiha QSD’ê bi lehengî şer kir,  herêmê parastin û di şerê li hemberî terorê li şûna tevahî cîhanê bi dehan ciwan fedekarî kirin."

El Merfoi bal kişand ser projeya neteweya demokratîk û pergala Rêveberiya Xweser û ev tişt got: "Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîn xwe bi rêxistin bikin û xwe bi rê ve bibin. Eger em herêmên me, herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de û yên ku artêşa Tirk a dagirker dagir kirine bînin ber, em ê bibînin ku li herêmên Rêveberiya Xweser ewlehî û aştî hene."

El Merfoi diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê garantiya parastina destkeftiyên herêmê li hember siyasetên dagirkeriya Tirk e.

‛NE PÊKAN E PÊKHATEYK JI YA DIN WERE CUDAKIRIN’

/kr/uploads/files/2022/10/16/180521_-.webp

Rûspiyê şaxê El Bû Camil ê eşîra Igêdat, Ferhan Ehmed El Ferhan  da zanîn ku pêwîstî bi hevgirtina pêkhateyan heye û got ku jiyana hevbeş û hevgirtina di nava Kurd û Ereban de ji hezaran salan ve ye û ne pêkan e pêkhateyek ji ya din qut bibe.

El Ferhan wiha domand: "Hevgirtina Kurd û Ereban têrê dike ku li hember projeya mêtînger a dewleta Tirk bisekine ku hewl dide bi rêya derxistina fîtneyan di nava pêkhateyan de, bi rêya sîxur û şerê taybet vê projeyê têk bibe.

El Ferhan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêveberiya Xweser û QSD’ê encama hevgirtina Ereb, Kurd, Suryan û Asuran e û dê li hember projeyên firehkirinê yên mêtîngeriyê  yên ku hewl didin herêmê lawaz bikin û bixin bin serweriya dagirkeriya Tirk, bibin mertalên xurt."

(fr)

ANHA