​​​​​​​Lîlwa El Ebdulah: Em ê axên xwe ji êrişên derve û hundirîn biparêzin

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El Ebdullah diyar kir ku armanca QSD`ê ew e ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê biparêze û biratiya gelan pêk bîne. Her wiha piştrast kir ku ew dê axa xwe ji tevahî êrişên derve û hundir biparêzin.

​​​​​​​Lîlwa El Ebdulah: Em ê axên xwe ji êrişên derve û hundirîn biparêzin
17 cotmeh, 2022   00:49
ELÎ EREB _ DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 15`ê Cotmeha 2015`an de bi armanca ku ax Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze û şerê çeteyên DAIŞ`ê bike, hat damezrandin.

QSD`ê karî çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û hebûna wê ya erdnîgarî di Adara 2019`an de bi dawî kir. Heta niha ew hêz şerê şaneyan dike ku hewl didin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

Têkildarî wê berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El Ebdullah diyar kir ku QSD`ê tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihewîne û wiha domand: “Îro QSD`ê ji Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman pêk tê. Tevahê pêkhateyên din ên li herêmê jî dihewîne û banga biratiya gelan li tevahî bakurê Sûriyê û taybet herêmê dike.”

Lîlwa El Ebdullah destnîşan kir ku bi saya vê hêzê herêmên di destê DAIŞ`ê de hatin rizgarkirin û îro jî serkeftin û destkeftiyên van hêzan ji Kobanê heta Baxozê diyar in.

Lîlwa El Ebdullah lê zêde kir: “Bi saya şervanên QSD`ê û xwîna şehîdên ku ji bo destekdayîna aramî û ewlehiya herêmên Bakur Sûriyê xwe feda kirin, ev herêm hatin rizgarkirin.”

Lîlwa El Ebdullah got: “QSD`ê ji aliyê leşkerî ve DAIŞ têk bir, lê belê şaneyên wê heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak in û hewl didn ku xwe ji nû ve ava bikin da ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibin. Her wiha hêzên me îsrar dikin ku çeteyan û şaneyên veşartî têk bibin.”

Her wiha Lîlwa El Ebdullah bal kişand ser hewldanên QSD`ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û got: "Ji dema ku QSD`ê hatiye damezrandin, serkeftinên mezin li herêmê pêk anîn, ev destekftiyên şoreşê ne û divê em biparêzin, her wiha em ê wê ji tevahî êrişên derve û hundir biparêzin."

Lîlwa El Ebdullah wiha domand: “Dewleta TIrk hewl dide ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe, ji ber vê yekê eniyên şer ên hêzên me derbe dike. Lê belê hêzên me rojane li hember wan êrişan li ber xwe didin. Em soz dikin gelê xwe ku rêya şehîdan bişopînin ku bi saya wan herêmên me rizgar bûn û ax xwe ji êrişên derve û hundir biparêzin.”

Lîlwa El Ebdullah salvegera damezrandina QSD`ê li tevahî şervanan pîroz kir û got: "Ez vê rojê li tevahî şervanên li eniyên şer heta niha li ber xwe didin, malbatên şehîdan ku bi saya wan herêmên me rizgar bûn û jinên ku roleke mezin di rizgariya herêmên bakurê Sûriyê de lîst, pîroz dikim. Di her gavekê de jinan cesareta xwe di eniyên şer ên pêş de îsbat kir ku dikare li hember çeteyên DAIŞ û dijminan şer bike.”

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El Ebdullah di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ji destpêka şoreşê ve jinan serkeftinên mezin pêk anîn û niha roleke sereke di aliyên siyasî, leşkerî û aborî de dilîzin û ji zihniyeta baviksalarî rizgar bûn.

(dm)

ANHA