`Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye û komploya li dijî wî pergala navneteweyî eşkere kir`

Nivîskarê ji Misrê Îlhamî El Melîcî bang li hemû azadîxwazên cîhanê kir ku xwedî li doza rêber Abdullah Ocalan derkevin û tekez kir ku komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan nikarî bandora wî ya xurt li ser civaka Kurd sînordar bike.

`Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye û komploya li dijî wî pergala navneteweyî eşkere kir`
16 cotmeh, 2022   23:45
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Beriya çend rojan komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan derbasî sala xwe ya 25'an bû. Di wê komploya ku hemû planên hêzên navneteweyî bûn yek, maskên sîstema navneteweyî xistin xwarê û komploya li dijî gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn eşkere bû.

Di vê komployê de saziyên îstîxbaratê yên navneteweyî û herêmî tevî nakokiyên siyasî yên di navbera welatên wan de, li hev kirin û yek ji mezintirîn revandina siyasî pêk bînin û ji bo dewleta Tirk razî bikin, rêber Abdullah Ocalan kirin hedef.

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komplogeran hewl dan rêber Ocalan birevînin û wisa hizirîn ku ew ê bi vî rengî pêşî li belavbûna fikrên wî bigirin. Lê piştî derbasbûna ewqas sal, rastî û bûyeran têkçûna vê komployê û hilweşandina plana wê ya qirêj îsbat bû, tevî ku rêber Ocalan hîn jî li cem dewleta Tirk a dagirker dîlgirtî ye.

RÛREŞIYA PERGALA CÎHANÎ

Li gorî nivîskar û pisporê misrî, endamê Însiyatîfa Erebî ji bo azadiya Ocalan, Îlhamî El Melîcî komployê rûyê rast ê hêzên navneteweyî derxist holê. El Melîcî diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan ji aliyê rêveberiya Brîtanya ve hatiye plankirin û ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve hatiye pêkanîn û bi beşdariya 10 welatên rojavayî yên ku bi şev û roj banga mafên mirovan û mafê gelan ên diyarkirina çarenûsa xwe dikin û peymanên navneteweyî ew yek pejirandiye, pêk hatiye.

El Melîcî wiha ji ANHA'yê re axivî: "Komplo di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi zexta li ser rêber Abdullah Ocalan a derketina ji xaka Sûriyê, dest pê kir. Paşê ber bi Yewnanistanê ve ku hin hevalên wî li wê derê bûn, çû. Lê jê re hat gotin ku divê tavilê ji axa Yewananistanê derkeve, ji ber vê yekê berê xwe da Rûsyada ku çend rojan li wir bimîne û paşê biçe Îtalyayê. Li wir jî rayedarên Îtalyayê serî li ber zextên Yekitiya Ewropayê tewandin û têkoşer Ocalan neçar hiştin ku axa wan biterikîne. Dîsa vegeriya Rûsyayê û ji wir jî berê xwe da Yewnanistanê."

El Melîcî wiha dom kir: "Wê demê komplo gihişte lûtkeyê û hemû rê li ber rêberê Kurd hatin girtin û ew neçar ma ku here Hollandayê û ji wir jî derbasî Kenyayê bibe. Di 15'ê Sibata 1999'an de jî hate revandin û radestî rayedarên Tirk hate kirin."

DI BÊDENGKIRINA WÎ DE BI BINKETIN

El Melîcî bal kişand ser hewldana bêdengkirina rêberê kurd û got: “10 welat ji bo bêdengkirina rêberê Kurd û sînordarkirina bandora wî ya xurt di nav gelê Kurd de, beşdarî vê komployê bûn.”

El Melîcî wiha pê de çû: "10 welatan PKK`ê di şexsê serok û damezrînerê wê de kir hedef. Lê partiyê bi saya pergala xwe ya sazûmanî ya ku rêbertî ava kiribû, li ber xwe da. Her wiha bingeha partiyê berfireh bû û leza têkoşîna wê zêdetir bû. Di heman demê de pêşengên wê hêz û îradeya xwe ji fikirê rêbertî digirtin, ew rêberê ku dest ji afirîneriya xwe berneda ku sûrên girtîgeha tirkan a li girava Îmraliyê derbas kir û gihişt gelê Kurd li her derê."

DOZA HEMÛ GELAN

Nivîskarê misrî El Melîcî destnîşan kir ku pirsgirêka ronakbîr Ocalan ne tenê ya gelê wî ye, lê belê doza azadîxwazên li her derê ye û wiha pê de çû: “Doza mafê mirovan a jiyana bi rûmet e, doza gelên ku dixwazin ji bin nîrê dagirkeriyê rizgar bibin û doza gelan e ku li dijî bikaranînê serî hildidin. Ji ber vê yekê û ji bo mafê rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan ê azadî û jiyana di nav malbat û gelê xwe yê Kurd de, pêwîst e hemû azadîxwazên cîhanê hemû hewldanan bikin.”

SÛCÊ DEWLETA TIRK LI DIJÎ OCALAN

Îlhamî El Melîcî herî dawiyê diyar kir ku tecrîda ji aliyê rayadarên Tirk ve li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin û bêparkirina wî ji "mafê hêviyê", dîktatoriya rejîma Tirk û bêhurmetiya wê ya li hemberî hemû destûr û qanûnên mafên mirovan piştrast dike. Ji bo vê jî pêwîstî bi eşkerekirina pêkanînên vê sîstemê li hemû saziyên navneteweyî yên mafên mirovan heye.

(hs)

ANHA