Ermen nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê, red kir

Welatiyên sûrî yên ji pêkhateya ermen diyar kir ku nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê armanc jê ew e ku aloziya Sûriyê dirêj bikin û anîn ziman ku ew vê yekê bi tundî red dikin.

Ermen nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê, red kir
16 cotmeh, 2022   06:17
HELEB -NISRÎN ŞÊXO

Li gel tevliheviyên ku dewleta Tirk ji dema destwerdana aloziya Sûriyê kiriye û bû sedem ku ew alozî heta niha dirêj bike, hikumeta Şamê hewl dide nêzî dewleta Tirk be da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bike.

Têkildarî wê welatiyê bi navê Îbrahîm Corc Beledî yê ji pêkhatiya ermen û li taxa Şêxmeqsudê ya Helebê dimîne diyar kir ku ew vê nêzîkbûnê bi tundî red dikin.

DESTWERDANA DEWLETA TIRK DI ALOZIYA SÛRIYÊ DE, DEMA WÊ DIRÊJ KIR

Beledî destnîşan kir ku ku dewleta Tirk a dagirker hişt ku aloziya Sûriyê kûrtir bibe, welat rûxand, aboriya wê paşve bir, komkujî, kuştin û talankirin li dijî şêniyên wê pêk anî.

Beledî diyar kir ku di her malbateke Sûriyê de şehîdek an zêdetir heye û got: “Azarên me ji dema ku dagirkeriya Tirk destwerdana axa me dagir kir, dest pê kirin.”

Beledî got: “Ez destê xwe nakim destê kesê ku welatê min rûxandî, milkên min diziye û kesên bêguneh kuştiye.”

Meryana Dîlman Dolsiyam bi tundî dagirkeriya TIrk a li ser Sûriyê red kir û diyar kir ku ew destwerdana dewleta Tirk di Sûriyê de red dike, ji ber ku dagirkerî mal û jiyana wan talan kir û lawê wê şehîd xist.

HEVJIYANA AŞTIYANE

Meryana Dolsiyam piştrast kir ku divê Erdogan bizane ku ew kî ne, ew û kurd yek in.

Meryana Dolsiyam di dawiyê de got: “Ji ber destwerdana dewleta Tirk em ji malên xwe koçber bûn. Her wiha niha en bi Kurdan re aram dijîn. Em şer û wê nêzîkbûnê naxwezin, lê belê aştiya bi kurdan re dixwazin.”

(dm)

ANHA