Li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê girtiyan jî serî rakir

Duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rêya xwepêşandan û grevê nerazîbûnan dewam kir. Her wiha li girtîgeha Evîn a bakrê Tehranê alozî derket û li girtîgeha navendî ya Sine jî girtiyan serî rakir. Hate gotin ku 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan girtî birîndar bûne.

Li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê girtiyan jî serî rakir
16 cotmeh, 2022   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh di roja 29’an de li ser banga çalakvanan xwepêşandanan berdewam kirin. Bi taybet ciwan û xwendekarên zanîngehê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li bajarê Sine, xwendekarên jin bêyî laçik bi dirûşmeya, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwepêşandan kirin.

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê esnafan dikanên xwe girtin û bi grevê nerazîbûn nîşan dan.

Li Urmiye, Kirmaşan, Sine, Îlam, Seqiz, Mehabat û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn.

Li bajarên Tehran, Kirman, Kîş, Erdebîl, Esfehan, Hemedan, Reşt û gelek bajarên din ên Îranê xwepêşandanan berdewam kir. Li taybet li bajarê Erdebîl di navbera hêzên Îranê û xwepêşanan de alozî derket.

Li bajarê Erdebîl piştî ku xwepêşandan berfireh bû, hêzên Îranê bi dijwarî mûdaxele kir. Di encama êşkence û lêdana hêzên Îranê de xwendekarek keç jiyana xwe ji dest da.

Şeva borî li Girtîgeha Evîn a li bakurê Tehranê ku bi hezaran girtî têdene û beşek zêde girtiyên siyasî ne, dengê guleyan û teqînan bilind dibû. Şewat li girtîgehê derket. Ji girtîgehê dûmanek zêde bilind dibû. Piştî bûyerê malbatên girtiyan berê xwe dan girtîgehê. Lê li gorî şahidên bûyerê hêzên rejîmê, bi tundî mudaxaleyî malbatên girtiyan kirin û bi gaza îsotê belav kirin.

Medya fermî ya Îranê îdia kir ku şewat di encama aloziya di navbera hinek girtiyên asayî derketiye û agir girtiye beşê çilûbergên girtiyan, piştre hêzên nava girtîgehê û tîmên agirkujiyê, şewat û şerê di navbera girtiyan de kontrol kiriye û 8 kes birîndar bûne.

Li gorî çalakvanên Îranê, piştî serhildana li girtîgehê, hêzên Îranê ji derveyî girtîgehê narinçok avêtine nava girtîgehê.

Her wiha li gorî malpera Îran International di êrişa hêzên Îranê ya li ser girtiyan de 4 kesan jiyana xwe dest daye.

Hate ragihandin li girtîgeha navendî ya bajarê Sine jî girtiyan serî rakirine, alozî û pevçûn di navbera girtiyan û hêzên Îranê de derketiye. Tê gotin ku bi dehan girtî birîndar bûne.

(cx)