Welatî: Dewleta Tirk ji bo binkeftina xwe veşêre derewan belav dike

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku dewleta Tirk bi îdiayên ku li dijî QSD`ê, armanc dike binkeftina xwe veşêre. Her wiha şêniyan bang li gelê herêmê kir ku bi lîstokan neyên xapandin.

Welatî: Dewleta Tirk ji bo binkeftina xwe veşêre derewan belav dike
16 cotmeh, 2022   05:48
HELEB-ARIF SILÊMAN

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker bi rêya dezgehên çapemeniyê hîna îdia dike ku gelek şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûne. Lê ew ji vê yekê armanc dike fîtneyê di navbera hêzên leşkerî û gel de belav bike.

`OPERASYONÊN ME LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ PEYAMA VEGERÊ YE`

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Hemîd Nasir got: “Operasyonên Hêzên Rigariya Efrînê (HRE) û QSD`ê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî berdewam in. Em ê teqez herêmên xwe rizgar bikin û lê vegerin. Şêniyên xwe ji zulma dagirkeran xilas bikin ku sûcên herî hovane li dijî wan pêk tînin.”

Nasir destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji belavkirina nûçeyên nerast, armanc dike fitneyê di navbera gel û hêzên leşkerî derxe û got: “Em ji van îdiayan bawer nakin.”

`BI SAYA HÊZÊN XWE EM Ê HERÊMÊN XWE RIZGAR BIKIN`

Welatiyê bi navê Riyad Murad jî got dewleta Tirk a dagirker di çarçoveyê şerê taybet ê li dijî QSD`ê û gelê herêmê de van îdiayan dike.

Murad wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker bi hiceta ewlehiya xwe ya neteweyî, herêmên Sûriyê dagir kir, piştgiriya çeteyan kir da ku gelê Sûriyê talan bikin, bikujin û timayên wê yên osmanî pêk bînin.”

Murad di dawiyê de got: “Operasyonên QSD û HRE li dijî dagirkeriya Tirk di çarçoveya parastina rewa de li dar dikevin. Şêniyên Efrînê wê bi saya van hêzan vegerin warên xwe.”

`DEREWAN BELAV DIKIN DA KU BINKEFTINA XWE VEŞÊRIN`

Şêniyê bi navê Mihemed Hebîb jî got: “Em piştgiriya HRE û QSD`ê dikin. Ji ber ku ew derbên giran li ser destê hêzên me dixwe, dewleta Tirk van îdiayan belav dike ji bo binkefitna xwe veşêre.”

Di dawiyê de Hebîb ev anî ziman: “Em bi hêzên xwe re ne û dê axa xwe biparêzin. Hêzên me yên leşkerî, vîn û rûmeta me ne. Em bi îdiayên wan nayên xapandin.”

ANHA