Li Misyafê yê rojavayê Hemayê cenazeya welatiyekî hate dîtin

Welatiyên bajarê Misyafê yê rojavayê Hemayê ku di bin kontrola serweriya hikumeta Şamê de ye, cenazeya welatiyekî 50 salî kuştî dîtin.

Li Misyafê yê rojavayê Hemayê cenazeya welatiyekî hate dîtin
15 cotmeh, 2022   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên bajarê Misyafê cenazeya welatiyekî 50 salî ku bi guleyan hate hedefgirtin, kuştî dîtin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), sedemên kuştinê nehatiye zanîn.

Li derdora bajarê Mesyaf, li gundewarê rojava yê Hemayê, di nav deverên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de, bêyî ku were zanîna sedên kuştina wî, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov .

SOHR’ê da zanîn ku heta niha ji destpêka 2022’yan ve 131 sûcên qetilkirinê yên bi sedema tundiya malbatê, dizîn û sedemên nenas pêk hatine. Ji wan 22 zarok, 23 jin û 86 mêr û ciwan in. Ew hemû li herêmên di herêmên bin kontrola hikumeta Şamê de pêk hatin.

ANHA