​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir

Şêniyên Tebqayê cenazeya şervanê QSD`ê Îbrahîm Elehmed oxir kir, hemwextî wê Partiya Sûriya Pêşerojê şehadeta endamê xwe Musena Ebdulkerîm ragihand.

​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê şehîd Îbrahîm El Ehmed oxir kir
15 cotmeh, 2022   14:12
TEBQA

Şêniyên Tebqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, şêx û rûspiyên herêmê di merasîma oxirkirina cenazeya şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îbrahîm El Ehmed de amade bûn.

Di merasîmê de Heveroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hude Ewan li ser Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa û gundewarên wê axivî û diyar kir ku ew bi şehîdan pir serbilind in û dê di bîra gel, welat û malbatê de namir bimînin.

Hude Ewan wiha got: "Şehîd ew mûm in ku xwe dişewitînin da ku yên din bijîn. Ew leheng in ku canê xwe kir pireya ber bi azadiyê ve."

Hude Ewan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Şehadeta wan serbilindî û taca serê me ye û em soz didin wan ku parastina destkeftiyên şehîdan bikin."

Di dawiya merasîman de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ayat Hîbal wesîqeyên her du şehîdan Îbrahîm Elî El Ehmed û Musena Ebdulkerîm xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(dm)

ANHA