​​​​​​​Dagirker gundê Ereb Hesen ê Minbicê topbaran dikin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Ereb Hesen bi guleyên hawinê topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirker gundê Ereb Hesen ê Minbicê topbaran dikin
15 cotmeh, 2022   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ereb Hesen ê bakurê Minbicê bi guleyên hawinê topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk saet di 12:20’an de gundê Ereb Hesen bi 4 guleyên hawinê topbaran kirin, gule li malên sivîlan ketin.

Heta vê kêliyê topbaran berdewam e.

(fr)

ANHA