Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Aryo spart axê

Cenazeyê Hêzên Sutoro şehîd Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) li goristana Şehîdên Suryan Asur a bajarê Hesekê hat veşartin.

Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Aryo spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Aryo spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Aryo spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Aryo spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Aryo spart axê
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Aryo spart axê
15 cotmeh, 2022   12:51
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Sutoro Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) yê ku 12ʹê Cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk  de li nêzî kampa Newroz a Dêrikê şehîd bû, veşart.

Bi beşdarbûna pêkhateyên Hesekê; Kurd, Ereb, Suryan, Asur, endamên meclisên leşkerî û sivîl ên Rêveberiya Xweser kerwanê cenaze ji Dêra "Seyida Ezra" ya taxa Nasira ya Hesekê bi ber bi Goristana Şehîdên Suryan Asûr ve bi rê ket.

Li goristanê Hêzên Sutoro toraneke leşkerî li dar xist.

Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm axivî, behsa taybetmendiyên şehîd Aryo kir  û got: "Şehîd Aryo di kar xwe de mînak bû, di dan û standinê bi derdorê re xwedî exlaqên bilind bû û ji bo parastina gelê xwe fermandar bû."

Bersûm bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Senherîb Bersûm got, nameya me ji hêzên garantor bi taybet Rûsya û Amerîka re ew e çênabe yên şerê terorê kirine û yên sponaseriya terorê dikin wekî hev bên dîtin

Berdevkê Hêzên Sutoro Akad Hena îşaret bi mezinahiya şehadetê kir û got: "Şehadet nirxê herî bilind e ku û têgeha jiyanê derbas kiriye, ji ber ku wesîleya yekane ya pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet e."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Asur Yaqûb Dawûd, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Di dawiyê de hevreyên şehîd cenaze hilgirt ser milê xwe û bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spart axê.

ANHA