Yekitiya Parêzeran a Cizîrê 5.kongreya xwe li dar xist

Bi diruşma "Parêzerî parastina maf û edaletê ye" Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê 5.kongreya xwe bi beşdariya 210 delegeyan li Qamişlo li dar xist.

Yekitiya Parêzeran a Cizîrê 5.kongreya xwe li dar xist
15 cotmeh, 2022   13:44
QAMIŞLO

Kongre li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi beşdariya 210 parêzerên ji Qamişlo û Hesekê, her wiha nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, TEV-DEM, sazî û rêxistinên civaka sivîl hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2022/10/15/130718_img_0242.webp

Di kongreyê de Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lalî axivî û bixêrhatina beşdar û mêvanan kir û wiha got: "Lidarxistina kongreyê di van rewşên hestiyar de, ew e ku yekitî bi edaleta civakî û nirxên wê bawer e ku bi saya fikrên rêber Ocalan pêk hatin. Ew yek maf û rêgezên civakê ji fikrên terorîstê û êrişên taybet ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîne, diparêze."

Lalî wiha domand: "Rola yekitiyê di pêşengtî û rêvebirina civakê de bi rêya parastina nirx, pransîb û parastina destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi meclisên edaleta civakî re heye. Ji ber yek ji baskên edaletê ye. Yekitiyê di vê yekê de xwe spart bingehîn neteweyên demokratîk."

Li aliyekî din jî hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso da zanîn ku lidarxistina kongreyê ew e ku baweriya parêzeran bi edalet û hiqûqê, parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.

Hiso wiha domand: "Di rewşên ku komployên Ii dijî Rêveberiya Xweser bi rêya terorê û peymanên navneteweyî berdewam dikin e, ku ew yek berdewama komploya 9’ê Cotmehê ye, erkên parêzeran zêde dibin."

Hiso pergala global a ku xwe disprêre çewisandin, binpêkirina mafên gelan û şerkirina demokrasiyê ku hişt Rojhilata Navîn bibe kaniya alozî û tunebûna pergalê, şermezar kir û wiha pê de çû: "Ev pergala ku banga mafên mirovan û qanûnan dike, li hember tecrîdê û siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî rêber Ocalan ji 24 salan ve bê deng e û çavê xwe ji bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve digire. Ev derewên îdiayên wan misoger dike û teqez dike ku tenê qanûnên wan ji bo berjewendiyên wan in."

/ar/uploads/files/2022/10/15/130728_img_0209.webp

Têkildarî krîza Sûriyê Hiso wiha lê zêde kir: "Hikumta Şamê û dewleta Tirk a dagirker bi lihevkirinên xwe teqez dikin ku ew li dijî hiqûq û edaleta civakî ya gelê Sûriyê ne. Çareya yekemîn ku mafên pêkhateyan garantor dike û edaletê pêk tîne diyaloga sûrî û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî ye."

Hisên êrişên û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku edalet, aştî û jiyana hevbeş a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk dibin, şermezar kir û bal kişand ser rola parêzeran di parastina rastiyê, mafên civakê û vîna gelan di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de.

Li aliyekî din jî û Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişlib El Tirkan behsa rola parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Parêzer edaletê diparêze, ew bingeha jiyanê ye. Em parêzer û hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê sûriyê soz didin gelê xwe ku em ê li kêlel hêz û saziyên xwe parastina nirx û rêgezên demokratîk bikin."

El Tirkan wiha bi dawî kir: "Yekitî dê parastina maf û edaletê berdewam bike û dê komîteyên ji bo belgekirina binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk ava bike."

Her wiha endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê Xalid Bircis Elî lidarxistina kongreyê pîroz kir û bal kişand ser rola yekitiyê di pêkanîna edaleta civakî de, her wiha bal kişand ser rola meclisên edaleta civakî di çeksazkirina civakê û parastina mafan de.

Xebatên kongreyê bi xwendina rapora salê, nirxandin û guhartinên heyî, nîqaşkirina rewşa rêxistinê û rêziknameya yekitiyê, pêkanîna guhartinên wê û erêkirina li ser wê, dewam dikin.

Dê di dawiya kongreyê de hevserokên yekitiyê û 5 endamên dîwana giştî ya Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê werin hilbijartin.

(fr)

ANHA