Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan welatiyan, cenazeyê endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê û endamê PYDʹê Mihemed Hisên Bozan hat veşartin.

Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Bozan li Şedadê hat veşartin
15 cotmeh, 2022   12:04
HESEKÊ

Endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê û endamê PYDʹê Mihemed Hisên Bozan, roja pêncşema borî dema ku vedigeriya mala xwe li gundê Elûs ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞʹê ve hat qetilkirin.

Şêniyên navçeya Şedadê û nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê bi merasîmekî bi heybet cenazeyê Mihemed Bozan li goristana Şehîdan a Şedadê spart axê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ayat Îbrahîm axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina xeta têkoşînê da.

Ayat Îbrahîm got: "Hedefkirina kesayetên welatparêz vîna me naşîne, lê israr û hêza me xurttir dike."

Hevserokê Meclisa PYDʹê ya herêma Cizîrê Mistefa Ehmed jî got, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê stûnek ku banga azadiyê dike ji dest da.

El Ehmed bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xeta şehîdan bişopînin û got: "Em hêz û îsrara xwe ji şehîdên xwe digirin. Em ê hemû kesên ku hewl didin destdirêj ewlehiya herêmên me bike, têk bibin."

Di merasîmê de endamê rêveber ê nivîsgeha PYDʹê ya navçeya Şedadê Mihêdî El Dixêm jî anî ziman ku destê ku bi ewlehiyê herêmê bilîze wê were jêkirin û dê ceza giran be.

Her wiha got: " Ji bo tola xwîna şehîdên xwe hilînin, wê rojên pêş me sîxur, xayin û bermahiyên terorê werin şopandin."

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebîr Teman wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd bi diruşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

Hêjayî birîxistinê ye ku Mihemed Hisên Bozan bavê 3 kur û 4 keçan e. Di sala 2016ʹan de cihê xwe di meclisa navçeya Şedadê de girt û wekî endamê Komîteya Lihevanîn û Edaleta Civakî xebitî. Her wiha di nava hêzên parastina civakî de cih girt.

Bozan di sala 2018ʹan de wekî hevserokê Meclisa PYDʹê ya navçeya Şedadê hat hilbijartin. Heman demê endamekî komîteya parastinê ya meclisê bû.

ANHA