Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê îro konferansa xwe ya duyemîn li bajarê Kobanê li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist
15 cotmeh, 2022   12:29
KOBANÊ

Bi beşdariya bi dehan jinên kantona Kobanê, Reqa, Minbic û Tebqayê Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Konferans bi dirûşma “Bi rihê Viyan û Nûjiyanan, bi şerê azadiyê em ê bi ser kevin” li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hat lidarixstin. Li hola konferansê wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di destpêka konferansê de nirxandinên rêber Ocalan û rapora salane ji aliyê endama yekitiyê Nayîla Osman ve hatin xwendin.

Piştre kar û xebatê ku Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê di du salan de kiriye û astengiyên ku li pêşiya wan derketine, hatin nirxandin her wiha rexne û rexnedayîn hat dayîn.

Tê payîn ku di dawiya konferansê de meclisa nû ya yekitiyê bê hilbjiartin.

ANHA