​​​​​​​Li Til Temiêr amadekariyên parastinê yên leşkerî û sivîl dewam dikin

Şêniyên Til Temirê bi rêya saziyên xwe yên leşkerî û sivîl amadekariyên xwe yên leşkerî û sivîl didomînin û pergala parastinê ya li herêmê xurt dikin.

​​​​​​​Li Til Temiêr amadekariyên parastinê yên leşkerî û sivîl dewam dikin
12 cotmeh, 2022   01:41
HESEKÊ

Piştî dewleta Tirk a dagirker herêma Serêkaniyê di 2019’an de dagir kir, gund û navçeyên wê veguherîn eniyên şer, ji wan jî Til Temir a Hesekê ye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 28 gundewarên Til Temirê dagir kirin û zêdetirî 23 gundan bûn herêmên eniyên şer ku rojane tên topbarankirin.

HÊZÊN LEŞKERÎ AMADE NE

/kr/uploads/files/2022/10/11/183727_-1.webp

Li gorî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Akad Xabûr, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva topbaranên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeyê didin ku wan sînordar bikin û parastina ewlehî û îstîqrara herêmê bikin.

Xabûr careke din piştrast kir ku hêzên wan amade ne û wiha got: "Hêzên me li hember her êrişeke li ser navçeyê, bersivdana hemû êrişên hedegirtin û parastina gelên Til Temirê ji Kurd, Ereb, Suryan û Asur amade ne."

Artêşa Tirk a dagirker siyasetên cuda yên şantajkirina şêniyan û şerê wan di dabînkirina hewcedariyên bingehîn de dike, ji wan jî stasyona Elok e.

/kr/uploads/files/2022/10/11/183701_-1.webp

Hevserokê Meclisa Til Temirê Ciwan Eyûb da zanîn ku piranî gundên navçeyê tên topbarankirin mîna Til Tewîl, Til Kevçî, Um Wexfe, Til Şenan û hwd, ji bilî wê cihên pîroz mîna goristana şehîdan.

Ciwan Eyûb diyar kir ku goristana taybet a Asûriyan, mizgeft, dêr û binesazî mîna dibistan, pir, stasyonên kehrebeyê û daîreyên xizmetguzariyê tên hedefgirtin.

‛DAGIRKER GAVEKÊ JÎ BI PÊŞ NEKET’

Ciwan Eyûb ev tişt got: "Dagirkeriya Tirk bi sedema hevgirtina pêkhateyên herêmê gavekê jî bi pêş neket. Ji lew re siyaseta şerê taybet bi rêya qutkirina kehrebê, qutkirina ava Elokê li ser Til Temir û Hesekê û hedefgirtina welatiyan bi kar anî."

Eyûb ev tişt anî ziman: "Em bi rêya komînan û li gorî derfetên xwe xizmetguzariyan pêşkêşî gundên Til Temirê dikin. Dibe ku kêmasî di gelek madeyan de hebin, bi taybet sotemenî ku dikeve saktorên xizmetguzarî û çandiniyê. Lê koordîneyek di navbera me û komînan de heye ku van madeyan bigihînin welatiyan."

‛TEVGERA LI GORÎ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ’

Li gel wê jî Meclisa navçeyê li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev digire ku gel û welatiyan amade bike. Li ser vê yekê Eyûb wiha berdewam kir: "Civîn bi komînan re tên lidarxistin ku barîkat û veşartgeh werin avakirin ku herêmê were parastin û da ku welatî parastina xwe bikin, her wiha dewreyên perwerdê li ser bikaranîna çekên sivik ji welatiyan re tên lidarxistin. Li kêlek wê jî dewriyeyên şevê ji bo parastina ewlehî û îstîqrara navçeyê û gundewarên wê bi rêya komîteyên parastinê tên birêvebirin."

/kr/uploads/files/2022/10/11/183742_-1.webp

Li aliyekî din jî welatiya bi nave Madlên El Ebîd a ji Til Temirê îşaret bi êrişên bênavber ên li dijî navçeyê kir û wiha got: "Ji dema dagirkriina Serêkaniyê û Girê Spî ve û hatina dagirkeriya Tirk ya li hember navçeya Til Temirê ve ewlehî û îstîqrara li herêmê tune ye. Ji 3 salan û heta niha ve topbaranên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeyê û gundewarên wê ji koçberkirina şêniyan nesekinîne."

‛EM LI SER XAKA XWE LI BER XWE DIDIN’

Madlên El Ebîd wiha domand: "Ruxmî hemû hedefgirtinên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, lê em li ser xkaa xwe li ber xwe didin. Ji 3 salan û heta niha ve tu gaveke cidî ji hêla Koalîsyona Naventeweyî û rêxistinên mirovî ve nehatine pêkanîn. Em xwe naspêrin tu kesî û xaka xwe ji kesî re nahêlin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin."

/kr/uploads/files/2022/10/11/183814_-1.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Tahir jî da zanîn ku rewşa navçeya Til Temirê û gundewarên wê trajîdîk e, ew jî bi sedema azarên şêniyan ji qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve. Her wiha dagirkerî stasyonên kehrebê topbaran kirin. Mihemed Tahir wiha got: "Ji dema dagirkirina Serêkaniyê û hatina dagirkeriyê û çeteyên wê li hember navçeya Til Temirê em di rewşeke trajedîk de dijîn."

(fr)

ANHA