Zêdan Qasim hunermend û têkoşerê ku li dû xwe mîraseke hunerî hişt

Hunermendê nemir Zêdan Qasim bi armanca vejandina çanda kurdî di jiyana xwe de ji bo gel û welatê xwe stran got û awaz çêkirin. Yek ji wan kesan bû ku tev li Koma Cûdî ya Dêrikê bû.

Zêdan Qasim hunermend û têkoşerê ku li dû xwe mîraseke hunerî hişt
12 cotmeh, 2022   06:05
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Hunermend Zêdan Mihemed Şêx Qasim ku li Dêrikê sala 1966`an ji dayik bûye, bi jenîna biziqê û bi dengê xwe yê zîz tê naskirin. Ji ber wê gel ji dilnizmî û dilsoziya wî hez kir.

NASKIRINA TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ

Zêdan Qasim di salên 80`î de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir.

Qasim hezkirina welat û welatparêzî di her 5 zarokên xwe de çand. Jê hezkirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê wergirt. Ji ber wê, hêzên hikumeta Şamê dem demê ew tengav dikir.

Ji sala 1986`an ve di nav Koma Cûdî de Qasim tev li şahiyên Newrozê dibe. Bi dehan stranên şoreşgerî dinivîse. Her wiha tev li gelek şevbuhêrkan dibe û qezenca wê dike xizmeta tevgerê.

DAMEZIRANDINA KOMA CÛDÎ Û NASKIRINA ÇANDA HERÊMÊ

Armanca sereke ya avakirina Koma Cûdî, nasandina çanda herêma Dêrik e. Têkoşerê nemir Zêdan Qasim roleke mezin di komê de lîst ji ber xwedî dengek çiyayî ya xweşawaz bû û di lêdana biziqê de pirspor bû.

Hevalê hunermendê nemir, Yusif Hacî destnîşan kir ku Qasim roleke mezin di koma Cûdî de lîstiye û got: “Qasim cihê xwe di alboma yekemîn a komê de girt dema Zinar, Ehmed û Muhyedîn di çemê Dîcleyê de şehîd bûn. Wê demê cihê xwe di gelek stranên şoreşgerî de girt. Roleke berçav di alboma yekemîn a Koma Cûdî de lîst ku li herêmê belav bû.”

Li rex wê jî, hunermendê nemir, berpirsê beşa muzîkê ya komê bû û rol di şanoyên li ser dika Dêrikê dihatin pêşandan de lîst û tev li gelek çalakiyên hunerî bû.

NIVÎSANDINA STRANEKÊ LI SER ŞEHÎD XEBAT DÊRIK

Şehîdbûna Xebat Dêrik sala 2012`an bandor li hunermend Qasim kir û ji ber wê stranek amade kir û roja merasîma oxirkirina Xebat Dêrikê de belav bû. Di strana xwe de welatparêzî û têkoşîna şehîd Xebat Dêrik di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de wesifand. Vê stranê li herêmê dengveda.

Yusif Hacî mirina hunermend Zêdan Qasim bi windehiyeke mezin ji bo hunera Kurdî wesifand û wiha domand: “Ji bo çand û hunera Kurdî, mirina hunermend Zêdan Qasim xisareke mezin bû. Ji bo wê divê em berhemên wî biparêzin û li ser şopa wî huner û çandê pêş bixin.”

BI DIL U CAN DI XIZMETA TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANE DE BU

Hevjîna hunermend Zêdan Qasim, Xada Yunis ku xwişa du şehîdan e; Qasim û Fîras ên li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbûn, hevjînê xwe teşwîq kir ku di komê de kar bike.

Têkildarî wê Xada Yunis got: “Hevjînê min jiyana xwe bi hunera xwe kir oxira tevgerê. Qasim komeke ji bo pêşandana şevbuhêrkan li gund û bajarokan ava kir û qezenca wê kir xizmeta tevgerê ruxmî ku rewşa me ya madî ne baş bû.”

BI DESTPÊKIRINA ŞOREŞÊ RE NIFŞEK JI HUNERA KURD HEZ DIKE AVA KIR

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, hunermendê nemir Zêdan Qasim tevî hevalên xwe dest bi amadekirina navenda çand û hunerê kir da ku Koma Cûdî perwerdeyên xwe bibîne. Wî ciwan fêrî lêdana amûrên mûzîkê û şenogeriyê kir.

Yek ji hevalên hunermendê nemir Mihemed Emîn Seyd Tahir ku bi dehan salan pê re mabû got: “Hunermend Qasim di xizmeta tevgerê û hunerê de xwedî dîrokeke dagirtî ye. Me bi deh salan bi hev re kar kir. Bi dilnizmî û giyanê xwe yê şad di nav şêniyên herêmê de dihat naskirin.”

Mihemed Ebû Elî hevalê hunermendê nemir ê şanoyê ye têkildarî hevaltiya xwe pê re wiha got: “Qasim, desteka hunerî û madî ji navendê re pêşkêş kir. Amûrên mûzîkê ji endaman re kirî û wan fêrî lêdana wan kir. Armanc dikir huner û çanda kurdî biparêze.”

Ebû Elî di dawiy êde got: “Ez doz didin hevalê xwe ku albom û xebatên wî yên hunerî kom bûn û wek mîrasekê ji nifşên bê re amade bikim.”

Hunermend Zêdan Qasim di 20`ê Îlonê de li nexweşxaneya dil û çav a Qamişlo piştî ku her du kurçikên wê rawestiyan, koça dawî kir. Li dû xwe mîraseke hunerî ya dagirtî hişt.

ANHA