​​​​​​​Şêx Elaedîn: Xwestin Rêbertî tune bikin, ji ber ku xwedî fikrên rizgariyê ye

Şêx Elaedîn Bin Şêx Ehmed got hêzên komploger xwestin rêber Abdullah Ocalan tune bikin ji ber ku xwedî fikirên rizgariya ji zordestî û koletiyê ye. Her wiha bang li eşîrên Ereban kir ku fikr û felsefeya rêber Ocalan nas bikin û got “Firkrên wî tevahî cîhanê ronî dikin.”

​​​​​​​Şêx Elaedîn: Xwestin Rêbertî tune bikin, ji ber ku xwedî fikrên rizgariyê ye
10 cotmeh, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêxê eşîra El Sade El Hiyaliyîn a Sûriyê Şêx Elaedîn duh beşdarî bernameyeke taybet a ajansa me bû û qala Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abbullah Ocalan kir ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de dest pê kir, her wiha bal kişand ser girîngiya firkên wî ji bo gel û neteweyan.

Şêx Elaedîn wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em Komploya Navneteweyî a li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, şermezar dikin. Hêzên komploger xwestin wî tune bikin, ji ber ku xwedî fikrê nrizgariya ji zordedstî û koletiyê û misogerkirina mafên gelên azad e.”

Şêx Elaedîn destnîşan kir ku niha rêber Ocalan li girtîgehê tê ragirtin, lê belê di heman demê de fikrên wî di wijdanê hemû mirovên azad de ye û ew li gorî perspektîfa wî dimeşin.

‘EM Ê DEV JI FIKRÊN AZAD NEQERIN’

Şêx Elaedîn destnîşan kir ku wan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de fikr û felsefeya rêber Ocalan ji nêz ve nas kir û diyar kir ku wan fikrên rêber Ocalan wek xilaskerê ji gelek pirsgirêk û aloziyan dît û wiha pê de çû: “Beriya Şoreşa Rojava em pir ne nêzî vî fikrî bûn, lê piştî şoreşê me bi fikr û nameya wî bawer kir, yak u em ji koletiyê rizgar kirin. Niha em dev jê naqerin, ji ber ku em jiyana hevbeş dixwazin û bi tyabet ku li herêma me Kurd, Suryan, Ereb, misilman û êzidî hene.”

‘DIVÊ ŞÊXÊN EŞÎRÊN EREBAN FIKRÊN OCALAN NAS BIKIN’

Li ser girîngiya berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, Şêx Elaedîn destnşan kir ku divê tevahî gel û pêkhate di oxira wê yekê de hevgirtî bin û bi hev re li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Her wiha bang li şêxên eşîrên Ereban kir ku fikrê rêber Abdullah Ocalan nas bikin û got: “Fikrên wî cîhanê ronî dikin.”

ANHA