Li Kîevê teqînên bi hêz rû dan

Îro li paytexta Ukrayna Kîevê teqînên bi hêz rû dan. Hate gotin ku nivîsgeha serok Volodymyr Zelenskyy hatî topbarankirin û di teqînan de kuştî û birîndar çêbûne.

Li Kîevê teqînên bi hêz rû dan
10 cotmeh, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytext Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin. Ji ber teqînan li gelek noxteyên Kîevê dû radibe. Şaredarê Kîevê Vitali Kliçko, di sepana xwe ya Telegramê de wiha got: “Li navenda paytext, li herêma Shevchenskivskyi çend teqîn pêk hatin.”

Şêwirmendê wezîrê karên hundirîn Rostislav Smirnov destnîşan kir ku di êrişa bi moşekan a li ser paytextê de herî kêm 8 kes hatine kuştin û 24 kes birîndar bûne.

Li welêt zêdetirî dengên 4 teqînan hat bihîstin, hemû xetên trenê li Kîevê hatin rawestandin û stasyonên mezin veguherandin stargehan.

Ev topbaran piştî hişyarên ji zêdekirina êrişên Moskovê li dijî xaka Ukraynayê pêk hat, nexasim piştî hedefgirtina pira Kerçê ya ku Rûsya bi nîvgirava Kirimê re girê dide ku Rûsyayê ew sala 2014`an tev li erdê xwe kiribû.

(cx)