Xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hîna li qadan e

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kiribin, dewam dikin. Duh êvarê li bajarê Selasî Bawecan yekem car xelk daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin. Hat ragihandin ku heta niha 185 kesan jiyana xwe daye.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hîna li qadan e
10 cotmeh, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiyê û li dijî qetilkirina Jîna Emînî bê navber dewam dike. Duh hêzên Îranê êrişên xwe yên li ser xwepêşanderan tûndtir kirin û xwestin bi girtina navendên dibistanê yên li Sineyê, pêşî li xwepêşandanan bigrin.

Li bajarê Sine ku 8’ê mehê de herî kêm 4 kes hatibûn qetilkirin, duh bi şev jî li gelek taxan xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin. Jinên ciwan bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan û daketin kolanan.

Li bajarê Selasî Bawecan ya parêzgeha Kirmaşanê jî, yekem car duh bişev xelk daketin qadan û çalakî lidarxistin. Hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kirin û tê gotin welatiyê bi navê Arwîn Murîd jiyana xwe ji dest daye.

Li bajarên Bokan, Mahabad, Seqiz, Dêwlan, Kirmaşan û gelek bajarên din jî duh bişev xelk li qadan bûn. Li bajarê Bane ku rejîmê hêz lê komkiriye, duh bi şev dikandaran û kasibkaran dikanên xwe venekirin.

Li ser asta Îranê jî bi taybet carek di li herêma Nazî Abadî xelk daketin qadan û çalakî lidarxistin. Li bajarên Reşit, Esfehan, Meşhed, Yasuc, Ehwaz, Zencan jî çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin.

Gorî agahiyan hêzên dewletê li nav kolan û cihên geştiyariyê de êrişî jin û ciwanan kirin, li Tahran û Meşhedê camên wesayîtên welatiyan ji aliyê polîsan ve hatin şikandin.

Hêjayî gotinê ye Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di 8’ê mehê de bîlonçoya nû ya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî eşkere kir.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 185 kesan jiyana xwe daye. Ji vane herî kêm temenê 19 kesan li jêr 18 saliyê de ne. Li 17 parêzgehan hatine kuştin. Lê, nîvê wan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê  ku dikeve başûr rojhilatê Îranê hatine qetilkirin.

Li gorî ropa Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran, heta niha li Îranê 21 rojnameger hatine binçavkirin.