​​​​​​​Çawa saziyên îstixbaratê yên navneteweyî li ser revandina rêber Ocalan li hev kir?

Tevî nakokiyên siyasî yên di navbera dewletên wan de jî, gelek saziyên îstixbaratê yên navneteweyî û herêmî li hev kirin ku mezintirîn operasyona revandinê ya ji aliyê NATO'yê ve tê zanîn, pêk bînin û ji bo razîkirina Tirkiyê rêber Abdullah Ocalan hedef girt. Çûyîna rêber Abdullah Ocalan a Ewropayê û pêşwazînekirina wî, derew û durûtiyê demokratîkbûna Ewropayê û îdiayên wê yên parastina mafên mirovan eşkere kir.

​​​​​​​Çawa saziyên îstixbaratê yên navneteweyî li ser revandina rêber Ocalan li hev kir?
7 cotmeh, 2022   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Piştî derketina rêber Ocalan ji Sûriyê, derket holê ku lihevkirin û komployek li asoyan dixuyê. Bi taybet piştî gefên Tirkiyê ku dê êrişî Sûriyê bike. Destê îstixbarata navneteweyî û herêmî; Îsraîl, DYA, Îngilîstan, Kenya, Yewnanîstan û Tirkiye tê de heye.

Ev komploya bi girêk di odeyên tarî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ji bo dilxweşkirina Tirkiyê hate amadekirin. Ji ber wê zextên dîplomatîk, siyasî û ewlehiyê kirin û bi rêya rê neda welatên Ewropayê û yên rojavayî ku pêşwaziya rêber Ocalan bikin. Da ku stargeheke ewleh jê re peyda nebe.

Em bala xwe bidin koordînasyon û amadekariya vê komployê, em ê bibînin wekî ku xeteriyek li ser cîhanê heye ku divê ji holê bê rakirin. Ji Amerîkayê heta Federasyona Rûsya û Yekitiya Ewropayê, ji Tirkiyeyê heta Yewnanîstanê û ji Kenya heta Tacîkistanê, komplo bi tevlêbûna van hemû welatên ku li pey faydeyên liberal ên modernîteya kapîtalîst digeriyan, hat plankirin û rêber Ocalan wek xeterî li ser xwe dît.

Di şevekê de her du dijminên kevin û dîrokî (Tirkiye û Yewnanîstan) li hev kirin û li ser hesabê serokekî ku rêça dîroka wan a tal û bi xwîn guherand, hevbendî û peyman kirin.

Brîtanyaya ku xwediya pere û bi qedir li cîhanê ji hemû hêzên komploger ên herî bi tecrube bû, ji ber ku ji têgînên rêber Ocalan bi fikar bû û di wê de xetereyek li ser ferzkirina hegemonya xwe ya kapîtalîst li ser cîhanê dît. Ji ber wê hişarî da ku rê nedin rêber Ocalan ku siyasetê li Ewropayê bike. Dema hewl da bigihêje Ewropayê, yekser ew bi kesekî tê redkirin bi nav kir.

Îsraîl jî ku dixwaze hegemonya xwe li Rojhilata Navîn ferz bike, bi şopandina têkiliyên MOSSAD`ê û zanîna cihê wî her carê, di revandina rêber Ocalan de roleke mezin lîst. pêwîstiya Îsraîlê bi avakrina têkiliyên xurt bi Tirkiyê re hebû, da ku stratejiya xwe ya li herêmê bisepîne. Ji ber wê soz da Tirkiyê û ferman da serokê MOSSAD`ê Ephraim Halevy ku rêber Ocalan bibîne û birevîne ku bi “Operasyîna Reş” hat binavkirin.

KOMPLOYE ÇAWA DEST PÊ KIR?

Di 1988’an de li bajarê New Yorkê tatbîqata bi navê “Vemirandina Serhildana rojhilatê Tirkiyê bi rêya artêşa Tirk û DYA`yê ve” hate lidarxistin. Ji wir, hevkariya DYA û Tirkiyê bi awayekî diyar û eşkere ji bo têkbirina vîna kurdan dest pê kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1989’an û vir de di organîzekirina hemleyên navneteweyî yên bi armanca derxistina rêber Ocalan ji Sûriyê bêdeng nama û ji şert û mercên tevlîhev yên li Rojhilata Navîn sûd wergirt, gelek caran gefa îlankirina şer xwar.

JI BO TESFIYEKIRINA PKK`E ÇIREYA KESK JI ME RE PE XISTIN

Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hêzên serdest ên cîhanê di sala 1996’an de bi Îsraîlê re peywendiyên hevpar ên leşkerî yên stratejîk pêk anîn. Di serdana xwe ya ewil a Brîtanyayê de Dogan Gureş ev rastî eşkere bû nexasim dema got, "Ji bo tasfiyekirina PKK'ê çireya kes ji me re pê xistin."

HEWLDANA KUŞTINA RÊBER OCALAN

Di 6’ê Gulana 1996’an de îstixbarata Tirkiyê di derbaskirina ewlehiya Sûriyê de bi ser ket û bi teqandina wesayîteke bombebarkirî hewl da rêber Ocalan li Şamê bikuje, lê bi ser neket û tiştek pê nehat. Lê bi vê operasyonê rê li ber komploya navneteweyî vekir.

Komplo bi hevdîtina serokê DYA'yê Clinton û serokê Sûriyê Hafiz Esed a têkildarî pirsgirêka derketina rêber Ocalan a ji Sûriyê dest pê kir. Hevdîtina ewil li Şamê û ya duyemîn jî li Swîsreyê bû.

ŞANTAJKIRINA SÛRIYÊ

Tirkiyê di gelek dosyayan de ji bo ku rêber Ocalan ji Sûriyê derxîne, siyaseta xwe ya li ser şantajê li dijî Sûriyê bi kar anî. Di nav wan de şerê Ereb-Îsraîlê ku di şerê 6’ê Cotmeha 1973’yan de pêş ketibû. Pê re piştgiriya Tirkiyê ji Îsraîlê re û gefxwarin li dijî Sûriyê zêde bû. Her wiha Tirkiyê bi dosyaya Lîwa Skenderon a dagirkirî, qutkirina avê û kontrolkirina Çemê Firatê weke kaxizeke zextê li dijî Sûriyê bi kar anî.

PEYMANA EDENEYÊ

Zextên Tirkiyê li ser rêjîma Esed berdewam bûn, ji ber ku Misirê peyamên hişyariyê yên Tirkiyê ji Sûriyê re gihandin. Di payîza sala 1998`an de, Suleyman Demirel gef li Sûriyê xwar ku eger rêber Ocalan ji Sûriyê der nekeve, dê şer ragihîne. Pê re dest bi komkirina leşkerên xwe li ser sînorên Tirkiyê yên bi Sûriyê re kir.

Piştî destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, Tirkiyê hemû pirsgirêkên xwe yên nakok bi Sûriyê re dan aliyekî û şert danî pêşiya Sûriyê ku kengî şertên wê qebûl kir, dê wan dosyayan çareser bike. bi rastî Tirkiyê li ser Sûriyê peymana bi navê “Peymana Edeneyê” ferz kir ku piştî wê têkiliyên ewlehiyê û îstixbaratî di navbera her du welatan de destpê kirin, bi şerta ku Sûriyê şerê PKK`ê bike. Li gorî vê lihevkirinê, divê Sûriyê dev ji daxwazkirina Lîwa Skenderon berde ku Sûriyê wê wek herêmeke dagirkirî dibîne. Bi rastî Sûriyê hemû daxwazên Tirkiyê qebûl kir ku li dijî serdestiya Sûriyê ne.

DERKETINA RÊBER OCALAN JI SÛRIYÊ

Piştî fişarên Tirkiyê li ser Sûriyê û gefa êrişkirina Sûriyê, rêber Ocalan ji Sûriyê derket û berê xwe da Ewropayê ku îdiaya demokrasiyê û parastina mafên mirovan dike da ku doza Kurdan di aliyê siyasî de çareser bike.

YEWNANISTANÊ JÎ DI SENARYOYA PENABERIYA OCALAN DE ROL LÎST

Balafira yekemîn a rêbertî lê siwar bûye li Atînayê peya bû, pê re di 9`ê Cotmehê de komplo hêdî hêdî eşkere bû. Îstixbarata Yewnanistanê roleke mezin di vê planê de lîst. Her wiha rolek di senaryoya derketina wî û mafê penaberiyê bo Atînayê de lîst.

Tê texmînkirin ku Amerîkayê soz daba Yewananistanê ku pirsgirêkên xwe yên bi Tirkiyê re yên têkildarî deryaya Ega û Qibrisê çareser bike. Lê Tirkiyê di vê mijarê de helwesteke cuda û tawîzeke bêsînor nîşan da.

ÎSTIXBARATÊ HEBÛNA RÊBERTÎ HETA BI AWAYEKÎ DEMKÎ JÎ LI XAKA YEWNANISTANÊ QEBÛL NEKIR

Rêber Ocalan ji aliyê Calendrides ve hat pêşwazîkirin (tê texmînkirin ku ew girêdayî GLADÎO`ya Yewnanîstanê ye) û demeke dirêj li Tirkiyê weke efserekî berpirsyar di NATO’yê de mabû. Xwe weke dostê rêber Ocalan nîşan dabû. Balafir li balafirgeha Atînayê daket, efserê hewayî û serokê îstixbaratê Stavrakakis bi pozbilindî û qurretî nehiştin rêber Ocalan heta bi awayekî demkî derbasî axa Yewnanîstanê bibe.

Ev rûreşiyeke mezin bû ji Yewnanîstanê re û belkî jî xiyaneta herî mezin di dîroka wê de bû ku di dîroka nûjen de xiyaneteke bê mînak bû.

ÇÛYÎNA MOSKOVÊ KU DI NAV ALOZIYEKE ABORÎ DE BÛ

Rêber Ocalan ber êxwe da Moskovê ku di nav aloziyeke aborî de bû. Li wir serokê îstixbarata hundirîn a Rûsyayê, di reftarên xwe de serhişk û pozbilind, rêber Ocalan rawestand, ji ber wê nedikarî li wir bimîne û tenê 33 rojan bi awayekî veşartî li gel siyasetmedarên bi esil cihû ma.

LI HEMBER BEŞDARBÛNA KOMPLOYÊ: PERE Û PROJE

Di warê aborî yê komployê de Îsraîl û DAY`yê heyetek şand Rûsyayê û di dawiyê de li ser derketina rêber Ocalan ji Rûsyayê ku di şert û mercên aborî yên gelekî zehmet de bû, li hev kirin. ji ber ku gelek pere û projeya Blue Stream, wek berdêla beşdarbûna wê di komployê de bir.

Projeya Blue Stream xeta boriyê ya sereke ya gazê ye ku di ser Deryaya Reş re derbas dibe û gaza xwezayî ji Rûsyayê digihîne Tirkiyê. Ev xet ji aliyê şîrketa Blue Stream ve hat dirêjkirin ku navenda wê li Hollandayê ye. Şîrketek di navbera Gazprom a Rûsyayê û Eni ya Îtalyayê de hevpar e. Ne tenê ev, Rûsya ji ji Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) 10 milyar dolar deyn wergirt.

Rêber Ocalan, ji baweriya ku Rûsya tecrubeyeke sosyalîst a 7 serdeman jiya ye berê xwe da wir. Lê qet texmîn nedikir ku ew ewqasî li hember kapîtalîzma lîberal di aliyê manewî de lawaz bûne.

ÇÛYÎNNA ÎTALYA

Rêber Ocalan biryara xwe da û vê carê jî ber bi Romayê ve çû. Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D'Alema xwedî helweseteke nerm û germ bû, lê garantiyeke siyasî ya temam neda rêber Ocalan.

Hebûna rêbertî li Îtalyayê bû sedema krîzeke dîplomatîk di navbera Enqere û Romayê de ya ku nexwest wî radestî Tirkiyê bike, ji ber ku hîna desthilata Tirkiyê biryarên darvekirinê derdixistin. Ji ber wê rêber Ocalan dema firsend dît hema ji Îtalya derket.

XELETÎ Û XAPANDIN

Rêber Ocalan dîsa berê xwe da Rûsyayê, lê çûyîna xwe wek xeletî û xapandin nirxand. Ji ber tevgera navbeynkar a li Moskovayê Nûman Ugar ku rola xwe di vê yekê de lîstibû. Rêber Ocalan bi baweriya bi helwesta wî kesî ji Romayê derket û çû Rûsyayê.

Dema ku balafira rêber Ocalan lê bû li Moskovayê daket, îstixbarata navxweyî ya Rûsyayê piştî ku rêber Ocalan îqna kir ku çûyîna wî ya Ermenistanê dê li gorî senaryoya ku ji berê ve hatibû amadekirin be, lê piştre gotin ew rêwîtî hatiye derengxistin û dikare biçe Tacekistanê û heta hefteyekê li wir bimîne.

BER BI TACEKISTANÊ VE

Rêber Ocalan bi balafira barhilgir çû Tacekistanê û li paytexta wê Doşenbê daket. Rêber Ocalan hefteyekê di odeyekê de ma û jê der derneket. Piştre disa zivirî Moskovê û li wir piştî du rojan careke din çû Atînayê.  

ASTENGKIRINA ÇÛYÎNA AFRÎKAYA BAŞÛR

Li gorî îdiayên Atînayê, diviyabû rêber Ocalan ji bo têkiliyên xurt ên dîplomatîk û wergirtina pasaporta fermî ya derbasdar biçûya Afrîkaya Başûr, lê derew û durûtiya dewleta Yewnanîstanê di vê lîstikê de jî bi ser ket.

HIŞYARÎ DAN KU BALAFIRA RÊBER OCALAN LI TU BALAFIRGEHEKE EWROPAYÊ PEYA NEBE

Hêzên komploger hişyarî dan ku balafira rêber Ocalan tê de ye wê 24 saetan li derveyî balafirgeha Mînsk ê Belarûsê li tu balafirgeha Ewropayê peya nebe.

XAPANDINA RÊBER OCALAN, HEVKARIYA KENYA Û YEWNANISTANÊ

Rêber Ocalan dema li paytexta Kenyayê Nayrobî bû, çend rojan li mala sefîrê Yewnanîstanê yê li Nayrobî ma, yekîneyên taybet ên Yewnanîstanê li benda firsendekê bû ku rêber Ocalan bi zorê derxin. Her wiha polîsên Kenyayê amade bûn. Tedbîrên ewlehiyê yên li hundir û derve ji bo zelalkirina cidiyeta rewşê têrê dikir û ji bo dîlgirtinê de tedbîrên awarte hatin girtin.

Rêber Ocalan du hefteyan li konsolosxaneya Yewnanîstanê ya li Nayrobî ma. Di van hefteyan de ji bo çawaniya dîlgirtina wî amadekarî hatin kirin û piştî ku rayedarên Kenya û Yewnanîstanê li hev kirin û rêber Ocalan vexwend ku ji konsolosxaneyê derkeve û biçe balafirgehê û ji wir here Hollandayê. Rêber Ocalan li otombîlekê siwar bû ku efserên ewlekariya Kenyayê diajot û bi bihaneya ku diçin balafirgehê, efser çû cihê tîma îstixbaratê ya Tirkiyê ku li balafirekê li bendê bûn.

Îstixbatên Kenya, Yewnanîstan, DYA, Tirkiye û Îsraîlê tev li vê komployê, revandin û dîlgirtina rêber Ocalan bûn ku piştre ew birin Tirkiyê.

Komploya li dijî rêber Ocalan, heman lihevkirinên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê ye. Ji lihevkirina Sykis-Picot ya sala 1916`an ku gelek hêzên navneteweyî tev lê bûn û cografiya gelên herêmê guherand ku heta niha di cografiyeke parçekirî de bê mafê mane.

CEZAYÊ DARVEKIRINÊ, PIŞTRE MUEBET

Desthilata Tirkiyê cezayê darvekirinê li rêber Ocalan birî û ew li girtîgeheke tekesekî li gireva Îmraliyê ya li deryayê Mermarayê dîl girt. Piştre sala 2002`yan cezayê darvekirinê betal bû û cezayê rêber Ocalan veguherî cezayê muebetê. Lê pergala Îmraliyê û şert û mercên ne baş li wir, dihêle mirov rojane bi mirinê re rû bi rû bimîne û rojane were darvekirin.

PERGALA WÊ BUNYA MIROVAN DIRÛXÎNE

Îmralî, tê nasîn ku giraveke tê de ceza li dijî rayedarên payebilind ên dewletê tên ferzkirin. Avhewaya wê şil û hişk e, bunya mirovan dirûxîne, nexasim yên ku di hundirê hucreya yek kesî ya girtî de tên îzolekirin.

JIYANA KURDAN ZINDANEKE TIPÎTARÎ YA BI DÎWARAN DOR LÊ HATIYE GIRTIN E

Girêdayî girtîgeha Îmraliyê rêber Ocalan dibêje: ʹʹJiyana Kurdan ji zindaneke tipîtarî ya bi dîwaran dor lê hatiye girtin ti cudahiya xwe nîne. Ez vê fêhm û têgihiştina xwe bi vegotineke wêjeyî nayînim ziman, bi temamî weke heqîqeta rastiyê ya pêkhatî îfade dikim.”

ÎMRALÎ BÛYE QUBLEYA AZADÎXWAZÊN CÎHANÊ

Rêber Ocalan girtîgeha xwe veguherand quble û dibisteneke dîrokî ya zanistê û pêşkêşkirina çareseriyan, ne tenê ji bo Kurdan lê belê ji bo hemû pirsgirkên mirovahiyê re çareserî pêşkêş kir. Ji ber wê îmralî bûye qubleya hemû azadîxwazên cîhanê.

Hemû hesabên moderîneteya kapîtalîst a lîberal di sînordarkirina fikrên rêber Ocalan bi rêya dîlgirtina wê serobinî hev bûn. Şoreşa PKK`ê, ji serhildanên berê cuda bû. Kurd û gelên herêmê jî ji berê bi hêztir in.

Bêguman bahoza îro, Tirkiye di aliyê aborî û siyasî de tengav kir. Êdî nikare bi van pirsgirêkan re bijî. Li rex wê jî zirarên leşkerî yên mezin li eniyan hene. Çareserkirina doza kurdî bi çekê êdî sûdê nade. Heke Tirkiye bixwaze ji aloziyan xilas bibe, kilîtên çareseriyê li Îmraliyê ne.

(şx)

ANHA