Rûsya xwe amade dike, DYA şer gur dike, Ewropa jî bi fikar e; Gelo rewş ber bi ku ve diçe?

Di ser tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê re 8 meh derbas bûn. Lê hêviyên destpêkirina dan û standinên aştiyane kêm dibin, nexasim piştî ku Rûsyayê gaz ji ser Ewropayê qut kir, 4 herêmên Ukraynayê tev li axa xwe kir û gefên bikaranîna çeka nukleerî xwarin. Gelo rewş ber bi ku ve diçe?

Rûsya xwe amade dike, DYA şer gur dike, Ewropa jî bi fikar e; Gelo rewş ber bi ku ve diçe?
8 cotmeh, 2022   03:18
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî qutkirin û tevlêkirina herêman, seferberî û gefxwarinan êdî parzemîna Ewropayê vî şerî hîs dike ku dê pêvajoyeke dirêj a aştiyê li Ewropayê bi dawî bike. Ev pêvajoya ku dema bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn de heta beriya operasyona leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê dirêj kir.

Li gorî raporên navendên stratejîk ên têkildarî şerê Rûsya-Ukraynayê, NATO û di serî de Washington û London di şer de bi israr in, bi wê dixwazin zirarê bidin Moskovê û hegemoniya xwe ya cîhanî biparêzin. Ji bo wê jî, çekan û pêdiviyên leşkerî didin Ukraynayê da ku rê li tevgerên leşkerî yên Rûsyayê bigirin. Her wiha Ukraynayê bi agahiyên îstixbaratî yên li ser tevgera artêşa Rûsyayê zêde dikin.

Mamosteya têkiliyên navneteweyî Îman Zehran ji ajansa me re têkildarî mijarê axivî û behsa bandorên tevlêkirina 4 herêmên Ukraynayê ji Rûsyayê re, gefên bikaranîna çekên nukleerî ji aliyê Pûtîn ve kir. Îman dibêje ku tu senaryoyên dema pêş ku her du aliyên şer xwe bispêrinê, zehmet e ku bên diyarkirin lê belê destnîşan kir ku dê rojavayî piştevaniya Ukraynayê, ferzkirina cezayên girantir li Rûsyayê, şerê siyasî û ragihandinê li hemû aliyan û xîtaba ji bo raya giştî ya Ewropayê û ya navneteweyî, bidomînin.

Îman got: “Rêgerên çareseriyê û dan û standina siyasî tevlîhev in, ji ber ku rewşa heyî bi girêk e. Ev yek vedigere gelek faktoran. Yek; geşedanên meydanî yên dawîn, ji aliyekî ve pêşdeçûna Ukrayna li herêmên başûr û rojhilat, li hember tevlêkirina 4 herêmên Ukraynayê ji Fedrasyona Rûsyayê re, ku dibe ev yek rêgeha dan û standinên muhtemel asteng bike.

Ya din; ji ber ku aloziya Rûsya-Ukrayanyê di rastiyê de şerê jinûve derxistina qutbên sîstema navneteweyî ye. Hevsengiya sereke û yekser a şer ew e ku Moskov li hember bloka roajvayî û Washingtonê ye. Feraseta rojavayî û amerîkiyan jî li ser bêhzkirina Rûsyayê ye, bêyî ku lezê bidin rêgeha dan û standinan. Bi wê yekê dixwazin sazûmaniya navneteweyî piştî bidawîbûna şerê sar û jihevxistina Yekitiya Sovyetê di 1991`an de, biparêzin.

Sêyem; dibe ku proseya siyasî bê derbaskirin û dan û standinan car din bên pêşxistin. Bi taybet ji aliyê bloka Ewropayê ve ku ji ber dosyaya penaberan, xirabûna rewşa aborî û jiyanî herî zêde zirar dîtiye.”

RÊGEHÊN MUHTEMEL ÊN BÛYERAN

Tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê gurtir bû. Navendên lêkolînan ên Rûsya û Amerîkayê li ser xeteriya rûdana şerekî mezin hişyarî dabûn. Ji ber ku aliyek dixwaze aliyê din ji hal bixe, ev siyaset jî binkeftî ye. Ji ber ku her du alî (Rûsya û Rojava) îdia dikin ku di demên dawîn de destkeftiyan bi dest dixin.

Îman Zehran dibêje ji ber destwerdana aliyên navneteweyî, ewropî û amerîkî dibe ku şer dirêjtir bibe, her wiha asta bandorên yekser û neyekser ên tevlêkirina 4 herêmên Ukraynayê ji Rûsya re nayê zanîn, ku dibe bandorê li hemû waran li hundirê Ewropayê bike.

Îman wiha dirêjî da axaftina xwe: “Uknayna niha ne di rewşekê de ye ku karibin tevgerên bê hilbijêre, ku dê ji sê rêgehên sereke dernekeve. Yek; gurkirina şer bi rêya daxwaza tevlêbûna NATO`yê, Du; berdewamkirina piştevaniya NATO`yê ji operasyonên meydanî yên Ukraynayê re. Sê; berdewamkirina pêşdeçûna hêzên Ukrayna li bajarê Lîman ê stratejîk, da ku hesengiya şer çêbikin, nexasim piştî ku Rûsyayê 4 herêmên Ukraynayê tev li axa xwe kirin.”

EWROPA XETERIYÊ HÎS DIKE

Li gel rageşiyên heyî Ewropa xeterî hîs kir, ji lew ra hewl da ku artêşa xwe ya taybet ava bike. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di sala 2018ʹan de daxwaz kir ku artêşek ewropî ya yekgirtî, dûrî NATOʹyê were damezrandin. Ev yek rastî nerazîbûnên DYAʹyê hat, ji ber vê yekê karê xwe yê derxistina aloziya li Ukraynayê zêde kir da ku Ewropayê pê mijul bike.

Mamosteya têkiliyên navneteweyî Îman Zehran dûr xist ku artêşeke ewropî ya taybet di dema niha de bê avakirin û got: “Tevgerên netewperest û rastgirên radîkal li piraniya dewletên Ewropayê zêde bûne. Lê îhtimalek mezin heye ku hêza NATO`yê li gorî xwezaya gefên heyî û endamên şerê Ukrayna-Rûsyayê bê xurtkirin.”

Îman Zehran texmîn dike ku dewletên Ewropayê di zivistana bê de, dê aloziya enerjiyê bijîn û wiha dibêje: “Ji ber vê yekê her kes li alternatîfan digere. Di wê çarçoveyê de nêzîkî hin dewletên rêxistina gaza Rojhilata Navîn bûn, hin peymanên gaz û enerjiyê bi Misir û Îsraîlê re pêk hatine, yan jî bi rêya hevpeymanên bi welatên koma OPEC re. Dewletên Ewropayê û DYA`yê êdî dosyayên alternatîf ên enerjiyê hene.”

LI GEL ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ, GERMAHIYA DOSYAYAN ZÊDE DIBE

Li seranserî cîhanê gelek dosyayên germ hene; şerê li Ukraynayê, dosyayên Taywan û Koreya Bakur û Kafkasyayê. Neteweyên Yekbûyî hişyarî der barê metirsiya gûrbûna şer li Sûriyê û bidawîhatina agirbestê li Yemenê de dan. Her wiha Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NYʹyê li Iraqê Jenin Hennis. –Plasschaert hişyar da ku rewşa li Iraqê aloztir dibe. Dîsa dosyayên din wekî rawestandina dan û standinên nukleerî ya Îranê, derbe û êrişên zêde yên DAIŞê li Afrîkayê û  teqînên Afganîstanê dewam dikin, ev hemû nîşaneyên nakokiyên mezin ên navneteweyî li ser ji nû ve xêzkirina nexşeyan pêşbinî dike.

Di roja yekemîn a civîna Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ku li New Yorkê hatibû lidarxistin,  hişyarî û şîroveyên metirsîdar derketin pêş. Serokwezîrê Sirbîstanê Aleksandar Vucic got: "Em ji pêvajoya leşkerî ya taybet (Rûsya) derdikevin û nêzî şerekî çekdarî yê mezin dibin. Niha pirs dibe ev; kijan xet e, dibe ku piştî demeke diyar, dibe ku mehek an du meh bin, em derbasî şerekî cîhanê yê mezin bibin ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve mîna wê çênebûye.ʹʹ

Têkildarî vê mijarê, mamosteya têkiliyên navneteweyî Îman Zehran got: "Zehmet e ku ev hîpotez were piştrastkirin, nemaze ku Washington helwesta xwe der barê şerê li Ukraynayê de neguhertiye û nakeve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li dijî Rûsyayê ku dê şerekî nukleerî be û bibe sedema têkçûna cîhanê. Lê dibe ku di çend warên girîng ên berjewendiya her du welatan de, wek dosyaya Sûriyê li Rojhilata Navîn û dosyaya Taywanê li Rojhilata Asyayê şer û tengasî di navbera aliyên amerîkî û rûsî de çêbibin."

(cx)

ANHA