​​​​​​​Ciwanên Dêrik û Helebê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir

Ciwanên Dêrik û Helebê bi meşên meşalayî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

7 cotmeh, 2022   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên şermezarkirina  Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 9ʹê Cotmeha 1998ʹan de pêk hatî, dewam dike.

DÊRIK

Di vê çarçoveyê de, bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek bi meşalayan  li Dêrikê li dar xist. Meş ji qada Azadî ya bajarê Dêrikê dest pê kir.

Di meşê de posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên "Bijî berxwedana rêbertî" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin vekirin. Her wiha diruşmeyên "Na ji xiyaneta PDKʹê re", "Bijî berxwedana Îmralî" û "Bijî berxwedana Zap û Metînayê" hatin berzkirin.

Meş li ber bi navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger rawestiya.

Li wir, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Ekîn Mihemed tecrîda li ser rêber Ocalan û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî li hember vê tecrîda dermirovî  şermezar kir.

Ekîn Mihemed wiha domand: “Plan û komployên faşîzma Tirk ên li dijî gelên herêmê bi saya fikrê rêber Ocalan bin ketin. Ji ber wê jî em soz didin pêkhateyên herêmê ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê têkoşînê bidomînin.”

Mîting bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê  bi dawî bû.

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi boneya salvegera komploya 9ʹê Cotmehê meşek li dar xist.

Meşa ku bi sedan ciwan tev lê bûn, ji pêşiya hola civînan a  beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Ciwanên mişala, posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan hildan û pankartên bi nivîsên "Bi têkoşîna ciwanan em ê rêbertî azad bikin" û "Dem dema azadiya rêber Apo ye" vekirin.

Ciwan li kolanên taxê geriyan û bê navber diruşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyêʹʹ, ʹʹBê serok jiyan nabe", "Na ji tecrîda li ser rêbertiya me re" û "Bimre xiyanet" berz kirin.

Meş li çerxerêya Rêber Apo ya li beşê rojhilat ê taxê veguherî mîtingê. Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Cûdî Efrîn axivî û got: "Ji 24 salan ve tecrîdeke giran li ser rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de ferz kirine da ku îrade û berxwedana wî bişkînin. Lê bi bin ketin û negihiştin armancên xwe. Bi berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk û bi têkoşîna gelan komplo vala hat derxistin."

Cûdî Efrîn diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd û wiha axaftina xwe domand: "Divê dewleta Tirk, Amerîka û Brîtanya û dewletên din û PDKʹê jî bizanebe ku rêber Ocalan kilîta azadî û çareseriya li Rojhilata Navîn e."

Di dawiya axaftina xwe de Cûdî Efrîn bang li ciwanan kir ku têkoşînê xurt bikin û çalakiyan li dar bixin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe.

Mîting bi berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.

(mh)

ANHA