​​​​​​​Dagirker gundên Til Enab û Şewarxa topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Enab û Şewarxa dane ber topan.

​​​​​​​Dagirker gundên Til Enab û Şewarxa topbaran dikin
7 cotmeh, 2022   16:07
ŞEHBA

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Enab ê kantona Şehbayê û gundê Şewarxa yê navçeya Şra ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Heta vê kêliyê zêdetirî 40 gule li van gundan ketine.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

ANHA