​​​​​​​Parêzerê malbata Jîna Emînî rapora Tiba Edlî red kir

Parêzerê malbata jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên Îranê ve hatî qetilkirin, rapora Tiba Edlî ji ber li gel bijîşkê malbatê şêwir nekiriye, red kir.

​​​​​​​Parêzerê malbata Jîna Emînî rapora Tiba Edlî red kir
7 cotmeh, 2022   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê “Polîsên Exlaqê” ve hate qetilkirin. Tiba Edlî ya Îranê piştî 21 rojan rapora xwe ya têkildarî qetilkirina Jîna Emînî weşand. Di raporê de tê îdiakirin ku Jîna ji ber nexweşiyeke kevn jiyana xwe ji dest daye û wiha tê gotin: “Jîna Emînî di temenê xwe yê 8 salî de hatiye emeliyatkirin û girêkek ji mejiyê wê jê re hatiye kirin, dibe ku sedema mirina wê, ji ber vê nexweşiya kevn bibe.”

Malbata Jîna Emînî berê serdozgeriya giştî kirîbû ku bûyer were lêkolîn. Malbatê ji bo lêkolînê navê hinek bijîşkên pêbawer dabûn, lê yek ji van bijîşkan tevlî lêkolînê nehatine kirin.

Yek ji parêzerên malbata Jîna Emînî, Salih Nîkbext ji hevpeyvînek xwe ya li gel BBC Farisî de bi daxwaza malbatê rapora Tiba Edlî red kir.

Parêzger Salih diyar kir ku îdiaya ku dibêje Jîna ji ber emeliyata mejî ya berê jiyana xwe ji dest daye, bêbingeh e, ji ber ku bijîşkê ku derman kiriye û hem jî bijîşkê demar vê yekê red dikin.