​​​​​​​Nasnameya kesê di teqîna li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da eşkere bû

Hate ragihandin ku kesê di teqîna  li taxa 32 Park a bajarê Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da efserê YNK’ê yê bi navê Hewkar Ebdullah Resul e.

​​​​​​​Nasnameya kesê di teqîna li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da eşkere bû
7 cotmeh, 2022   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa 32 Park a bajarê Hewlêrê îro di saetên nîvro de wesayîtek teqiya. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes ji birîndar bûn. Birîndar jin û zarok in ku yên ji heman malbatê ne.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane Rojnewsʹê,  kesê jiyana xwe ji destdayî efserê Dije Terora YNK’ê yê bi navê Hewkar Ebdullah Resul ê 41 salî ye. Li herêma Nînowa kar kiriye û berpirsê wê herêmê yê Derza Zanyarî bû.