​​​​​​​Meclisa Xweser a Şengalê: Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin

Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şegnalê li ser êrişên bê navber yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyanyek da. Meclisa Xweser bang li Iraqê kir ku êdî rê li êrişan bigre, bi erka xwe rabe û  serweriya xwe biparêze.

​​​​​​​Meclisa Xweser a Şengalê: Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin
7 cotmeh, 2022   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên şevê de li Serdeşta Çiyayê Şengalê êrişek hewayî ji aliyê balefirên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat. Meclisa Xweseriya Şengalê li dijî êrişên berdewam ê dewleta Tirk li ser Şengalê daxuyanek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Dugurê  Hecî Hecem ve hate dayîn. Di destpêka daxuyaniyê de êrişên li ser Şengalê, Başûr û Rojava hatin şermezarikin û wiha hate gotin; “Bi navê gelê Şengalê  em didin diyakirin, em beşekin ji Iraqê, lê heya niha Iraqê em wek hewelatiyên xwe qebûlnekirine û li me xwedî derneketiye. Niha jî dewleta Tirk li her derê êrişî ser axa Iraqê dike, gelê sivîl dike hedef û serweriya Iraqê binpê dike. Em bang li rayederên Iraqê dikin, bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin û rê  li ber van êrişa bigirin.

Di dewama daxuyanyê de hate gotin; “Em wek civaka Êzidî li ber çavê tevahiya cîhanê di qikirinê re derbas bûn, kesek li me xwedî derneket. Niha jî em dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker, pêwsît e rê li ber van êrişan bê girtin. Em wek gelê Şengalê û civaka Êzidî ku me xwe rêxistin kiriye,  hêzên xwe yên parastinê avakirine, em ê dest ji vê xetê bernedin, li ser vî fikrî heya dawî em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin.”