​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir

Îro li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn destpê kir. Di destpêka mîhrîcanê de şanoyek bi navnîşan "Dara jiyanê" ya têkildarî berxwedana Kobanê, hat pêşandan.

​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir
​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir
​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir
​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir
​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir
​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir
​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir
​​​​​​​Li Kobanê Mîhrîcana "Arîn Bisk û zilfên aştiyê ye" ya 2`yemîn  dest pê kir
5 cotmeh, 2022   17:31
KOBANÊ

Şênî û gelek rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li mîhrîcanê bûn ku li dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar ketiye.

Hevseroka Desteya Çand û Huner a Herêma Firat Rodîn Yusif di mîhrîcanê de axivî û got; “Herî kêm em dikarin bi lidarxistina vê mîhrîcanê spasiya şehîdan bikin ku bi saya wan em îro li vir in.”

Rodîn Yusif lê zêde kir ku ev mîhrîcan rêya wan a yekane ye ku aliyê şanoyê bi pêş bixin. Her wiha şano hewcedarî vê gavê ye.

Endamê Komîteya Amedekar a mîhrecanê Hisên Xanî, spasiya tîmên beşdarî mîhrîcanê bûne, kir. Her wiha hêvî kir ku ev mîhrîcana bibe gava yekemîn a pêşxistina şanoyê li herêmê.

Destpêka mîhrîcanê şanoya “Dara jiyanê” ji gotinên helbestvan Omîd û awazên Hisên Xanî û derhêneriya Roşîn Reşo ye ku koma Koral a Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê pêşandan.

Şano behsa şerê gel ê şoreşgerî ku şêniyên Kobanê sala 2014`an li hember DAIŞ`ê nîşan day edema êrişî bajêr kir û ew dorpêç kir.

Di şanoyê de bal hat kişand ser zulma li ser jinan dihat kirin bi taybet urf û adetên civakê û zihniyeta baviksalarî û tevlêkirina wê di şerê Kobanê de, rakirina çek û çawa çek rakir û bi zend û çeka xwe, zayîna nû ragihand.

Roja yekem a mîhrîcanê bi berzkirina siloganên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

Mîhrîcan dê heta 14'ê Cotmehê dewam bike. Her wiha sibe endamên tîma şanoyê ya navenda Çand û Huner a Reqayê dê şanoya bi navnîşan “Sahîl” pêşkêş bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Mîhrîcan Arîn Keziyên Aştiyê sala borî di 5'ê Cotmehê de roja şehadeta Arîn Mîkran (Dilara Kênc) dest pê kir ku li Kobanê şehîd bûye.

(dm)

ANHA