Balafirên dagirkeriya Tirk gundekî Pêncwên bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker carek din gundên navçeya Pêncwên bombebaran kirin. Tevgera balefiran a li ser asîmanê deverê didome.

Balafirên dagirkeriya Tirk gundekî Pêncwên bombebaran kir
5 cotmeh, 2022   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê ragihand ku balefirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker gundekî bajarokê Nalparêz ê Pêncwên bombebaran kir.

Roj News`ê ku agahiyên xwe dispêre qeymeqamê navçeya Pêncwên Zana Hesen der barê bombebaranê de got: “Vê êvarê saet di 16:45’an de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk gundê Beyane yê bajarokê Nalparêz bombebaran kir. Der barê ziyanan de agahî bi destê me neketine.”

Li aliyê din çavkaniyek ji Pêncwên agahî da û ragihand ku balafiran navbera gundê Kanî Maran û Beyane bombebaran kiriye û heta niha jî balafir li ser asîmanê deverê digerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye duh jî balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker gelek gundên navçeya Şarbajêr û Pêncwên ên girêdayî Silêmaniyê bombebaran kiribûn.