Roja yekemîn a çalakiya konvedanê ya ji bo şermezarkirina kuştina Nagîhan Akarsel bi dawî bû

Çalakiya konvedanê yên ji bo şermezarkirina kuştina aktîvîsta Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, di roja xwe ya 1’emîn de bi dawî bû.

5 cotmeh, 2022   18:11
HESEKÊ

Çalakiya konvedanê li parka rêber Abdullah Ocalan a taxa Nasra ya bajarê Hesekê, ji aliyê Akademiya Jineolojî, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ve, ji bo şermezarkirina kuştina aktîvîsta Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînan a Silêmaniyê Nagîhan Akarsel li taxa Bextyarî ya Silêmaniyê, hatin lidarxistin.

Di serî de bi navê Akademiya Jineolojiyê û bi beşdariya endamên Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan, daxuyaniyek hat xwendin û ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekitiya Jina Ermen ve peyam hatin xwendin.

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinê ya TEV-DEM’ê, Ferhan Dawûd wiha axivî: “Gelek dewletên wek Îranê hene ku bi kapîtalîzm û Îslamê bang dikin, lê ev li dijî îradeya gelan e.”

Ferhan Dawûd wiha lê zêde kir: “Erka me di vê qonaxa girîng de ew jî meşa li ser şopa şehîdan û fikrê rêber Ocalan e, ne tenê Kurd, lê belê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî.”

Her wiha, endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê, Welîde Botî destnîşan kir ku êrişên li dijî jinan tevahiya civakê dixin metirsiyê.

Piştre, endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakê (HPC), Hisên Nercis wiha axivî: “Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bi armanca têkbirina îradeya gelê Kurd û serkeftinên wî bû, berdewamiya êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê jî bi armanca qutkirina têkiliyên gelê Kurd û gelên din bi rêber Ocalan re ne.”

Her wiha hevseroka Yekitiya Jinên Ermen, Anahîd Qesebyan wiha axivî: “Bila dewleta Tirk a dagirker a ku jinan hedef digire, bizane ku her ku jinan hedef digire, ewqasî îrade û îsrara me ya berxwedanê zêdetir dibe, em li ser fikrê rêber Ocalan mezin bûn û tu tişt me lewaz nake.”

Anahîd wiha domand: “Em wek jinên Ermen berî 107 salan hatin qirkirin, lê tevî wê jî jinên Ermen ranewestiyan û xwe di civaka demokratîk de derxistin pêş, çand û kultura xwe vejandin û li hember dijmin sekinîn.”

Çalakiya konvedanê bi pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyana şehîd Nagîhan Akarsel bi dawî bû û tê payîn ku çalakî heta sibe bidome.

(mh)

ANHA