Berdevka YPJ’ê: Çalakiya Arîn Mîrkan zemîneke têkoşînê li hember êrişên qirkirinê danî

Di salvegera 8’emîn a çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan de, berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed diyar kir ku çalakiya şehîd Arîn zemîneke têkoşînê li ser bingeh; îdeolojiya rizgariya jinê li hember sîstmên heyî, danî. Rûksen, çalakiya şehîd Arîn wekî rêbazekî ku jin jê hêz û îradeya xwe digirin û li hember hemû êrişan di dema guncaw de disekinin.

Berdevka YPJ’ê: Çalakiya Arîn Mîrkan zemîneke têkoşînê li hember êrişên qirkirinê danî
5 cotmeh, 2022   06:51
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Arîn Mîrkan, ma kî wê nas nake, fermandara ku berê şerê li dijî mezintirîn komên çeteyan guheran, ya ku xwe kir destpêka qonaxeke nû û bi bedenda xwe çirûska şoreşa gelê xwe pê xist. Arîna fedaî bû nimûneya dîroka jina têkoşer û mîrasek ji bo jinên cîhanê.

Fermandar Arîn Mîrkan a ku li ser xeta têkoşerên wek şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) ber bi jiyaneke azad û birûmet ve meşiya, bi çalakiya xwe ya fedaî ruhê berxwedanê yê gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurttir kir ku ew çalakiya di 2014’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye, li seranserî cîhanê deng veda û ji bo jinan qonaxeke nû ber bi azadiyê ve dest pê kir.

Îro (5’ê Cotmehê) salvegera 8’emîn a şehadeta fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dilara Gênc (Arîn Mîrkan) e, dema ku çeteyên DAIŞ`ê hewl da girê Miştenûrê yê bajarê Kobanê control bikin, ji bo rêgirtina li wan li dijî çeteyan çalakiya fedaî pêk anî û tê de bi dehan çete hatin kuştin.

FEDAYETÎ XWEZAYIYA JINÊ YE

Der barê vê yekê, berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed bal kişand ser dîroka jina Kurd a têkoşer ku pêşketinên mezin di dîroka kurdayetiyê de çêkirin û got: “Kurd bi dirêjiya dîrokê rastî qirkirin û tunekirinê hatine , lê wan têkoşîn û berxwedana xwe bi pêşengtiya jinê li dijî van siyasetan domand. Ji ber wê jî dîroka Kurdî bi têkoşîn, berxwedan û pêşengtiya jina Kurd tê naskirin.”

Dîroka Kurdan bi destanên têkoşînê yên bi pêşengtiya jina Kurd tijî ye, Rûksen Mihemed diyar kir ku fedayetî xwezayiya jina têkoşer û azadîxwaz e.

Rûksen Mihemed tekez kir ku dema xwezaya fedayetiyê ya jinê were birêxistinkirin, wê demê gelek serkeftin pêk tên û got: “Ruhê paqij û ramanê zelal dikarin gelek guhertinan pêk bînin, lê bêguman îradey û hêzeke mezin jî gerek e ji ber fedayetî tiştekî pir bi nirx e, fedayetiya ku ji madiyet û berjewendiyên kesayetî dûr e û xwe bi xak, nirxên pîroz û rihê nîştimanî ve dide girêdan.”

Rûksen diyar kir ku civak û jiyan heta roja îro bi pêşengtiya jinê û fedayetiya wê bi rê ve diçin û got: “Jina Kurd di dirêjiya dîrokê de gelek fedayiyên mezin dan, wek; Leyla Qasim, Besê, Zerîfe û Rewşen Bedirxan. Her yek ji van xwedî têkoşîn, berxwedan û fedaîtiyeke pir mezin e.”

JINÊN KURD JI GELÊ XWE RE JIYANEKE NÛ AFIRAND

Rûksen wiha axaftina xwe domand: “Her yek ji van fedayiyan li ser xeta rizgariya jinê li ber xwe dan da ku bûn mîrasa tevahiya jinan, wek Leyla Qasim a ku li hember zilma Sedam Hisên serî hilda, Sakîne Cansiz xwediya dîroka berxwedêr û îdeolojiya ku ji hemû jinan re jiyaneke nû afirand, Bêrîtan a ku qebûl nekir xwe radestî dijmin bike û serî netewand û Zîlana ku bûbû destpêkeke nû ya xeta azadiya jinê û ya ku careke din îsbat kir ku jin dikare berê jiyana xwe biguhere û serî li hember pergalên zordest hilde.”

Girêdayî bandora dîroka jina Kurd a fedaî li ser xeta têkoşîna jinan di dema niha de, Rûksen wiha axivî: “Mîrasa jinên Kurd ên fedaî bû dibistanek ji her jineke Kurd û tevahiya jinên xwedî îrade, da ku têkoşîna xwe li gor wê bidomînin, jina zana ya ku dikare her qonaxekê baş nas bike û li gor wê bimeşe, dê guhertinên mezin û girîng di civaka xwe de pêk bîne.”

DESTPÊKA TÊKBIRINA DAIŞ`Ê

Der barê bandora çalakiya fedaî ya şehîd Arîn Mîrkan li ser berxwedana Kobanê de, Rûksen got: Tevî êrişên hovane yên li dijî Kobanê ji aliyê DAIŞ`ê û piştevanê wê dewleta Tirk ve, îdiayên ketina Kobanê di 2 rojan de, lê şervanan bi pêşengiya YPJ`ê destanên lehengiyê, dîrokeke nû ya berxwedan û fedayiyê nivisîn.

Rûksen destnîşan kir ku ev berxwedan, ew pêvajoya çarenûsî rave kir û got: Çalakiya fedaî ya şehîd Arîn destpêka binkeftina DAIŞ`ê bû. Şehîd Arîn xwedî berpirsyarî û giyanê welatparêziyê bû. pêvajo û şerê li Kobanê qewimiye analîz kir û bersiva zihniyet û pergala baviksalarî da ku hewl da vîna jinan bişikîne, wê tune bike û gel bi qirkirinekê re rû bi rû bihêle.

Rûksen ev li gotinên xwe zêde kir: Çalakiya Arîn, ne tenê ji bo jinên kurd û gelê herêmê bû mînak, lê belê zemînek ji bo têkoşînê li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinan, ava kir da ku hemû jin li hember pergalên heyî tê bikoşin û li ber xwe bidin ku hewl diidn vîna wê bişikînin û mafên wê binpê bikin.

VEJANDINA DENGÊ BERXWEDANA YPJ`Ê

Rûksen Mihemed destnîşan kir ku çalakiya fedaî ya şehîd Arîn Mîrkan, dengê berxwedana YPJ`ê gihand cîhanê û li ser wê bi sedan jinên enternasyonalîst tev li YPJ`ê bûn û wiha domand: Baweriya ku şehîd Arîn bi çalakiya xwe ava kiriye, ji hemû jinan re bû hêviyek da ku ji bo azadiya xwe, azadiya gel, ax û welatê xwe tê bikoşe. Ji hemû jinan re rêbazek bû ku jê hêz û vîn digirin. Şehîd Arîn ji cîhanê re îsbat kir ku tu hêz nikare jinan vegerîne koletiya ku di serdeman de lê hatibû ferzkirin.

Mîna ku Rûksen MIhemed aniya ziman; çalakiya şehîd Arîn Mîrkan, bû jêdera baweriyê, hêzê û îsrarê ya jinan. Dema jin bi rêxistinkirî be û bi doza xwe, nasnameya xwe û axa xwe bawer be, xwedî giyanê nîştimanî be, tu hêz nikare li hemberê bisekine û qeydan lê ferz bike.

Rûksen wiha pê de çû: Dema jin xwedî fikrek azad be, li ser îdeolojiya azadiya jinan tê bikoşe, wê demê dê bikare guhertinan di civaka xwe û cîhanê de çêke. Dê serkefitnan pêk bîne û kesayeteke berxwedêr ava bike.

YPJ`Ê ŞOREŞEKE EXLAQÎ Û MIROVÎ YE

Têkildarî bandora çalakiya şehîd Arîn li ser rêgeza berxwedanê ya YPJ`ê Rûksen got: Çalakiyê, rê li pêşiya me vekir ku ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad ku tê de jin bi nasname û rûmeta xwe dijî, tê bikoşin. Vîn û birêxistinbûyîna xwe ji bo berdewmakirina berxwedanê xurttir kir. Çalakiya şehîd ARîn, bû jêdera moralê û xurtkirina giyanê hevaltiyê û pêşengiyê ya YPJ`ê. Asta têkoşînê li hember pergalan û zihniyeta baviksalarî bilind kirk u hewl didin jinan tune bikin.

Rûksen wiha anî ziman: YPJ, şoreşeke civakî, exlaqî û mirovî ye. Li ser wê esasê û rêgezê, YPJ`ê têkoşîna xwe di oxira avakirina civakeke demokratîk û azad de domand. Li hember hemû pergalan li ber xwe da da ku jinan ji aliyê fikrî û bedenî ve rizgar bike.

Rûksen diyar kir ku YPJ`ê, berxwedana Kobanê bi taybet piştî çalakiya şehîd Arîn Mîrkan ji xwe re tecrube girt da ku birêxistinkirina xwe di çarçoveya pêşxistina berxwedana xwe û parastina nasname û hebûna gelê xwe de xurttir bike.

BELAVBÛNA BERXWEDANÊ

Rûksen Mihemed balkişand ser rola YPJ`ê di şerê li dijî DAIŞ`ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: YPJ`ê, roleke mezin di vî şerî de lîst heta beriya berxwedana Kobanê. Şerê çeteyên Cebhet El Nusra kir, lê berxweda Kobanê ji bo parastina nirxên civakê û destkeftiyên şoreşê û mirovahiyê, pêvajoya herî birêxistinkirî bû. Wê berxwedanê, mirovahî û gelên herêmê parast.

Rûksen Mihemed daxuyand ku ketina yekemîn a DAIŞ`ê di berxwedana Kobanê de bû û got: Çeteyên ku heta hêzên herî mezin ên cîhanê nekarî tune bikin, li Kobanê bi pêşengiya jinên kurd mîna Arîn, Rêvan, Destîna û bi sedan mîna wan ên ev berxwedan bi pêş xist, bi bin ketin. Careke din îsbat kir ku jinên kurd dikarin hemû plan û êrişên dijmin bi fikrê xwe û girêdana xwe ya xurt bi doza azadiya xwe, têk bibin.

Her wiha Rûksen Mihemed got: Ev berxwedan, hêzek da hemû jinan ku tev li YPJ`ê bibin.

BERDEWAMKIRINA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIS`Ê LI SER XETA ŞEHÎD ARÎN

Rûksen MIhemed diyar kir ku YPJ`ê, têkoşîna xwe li ser şopa şehîd Arîn berdewam kir û firehtir kir û di gelek pêngavên rizgarkirina Minbic, Reqa, Tebqa û heta Baxozê de, YPJ`ê cihê xwe girt, tê koşiya, Rûkesn teqez kir ku dê vê berxwedanê berdewam bikin.

Rûksen Mihemed navê şehîdên ku heta dawiyê şerê DAIŞ`ê kir bi bîr xistin û got: Şehîd Sosin Bîrhat, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û BArîn Kobanê li hember DAIŞ`ê şer kir. Ev têkoşîna wan heta îro berdewam e. Di qonaxa duyemîn a pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê de, YPJ`ê roleke girîng tê de lîst da ku vê xetereya DAIŞ`ê û hovîtiya li dijî mirovahiyê dike, tune bike.

VEJÎNA XETEREYA DAIŞ`Ê LI HERÊMÊ

Berdevka YPJ`ê Rûksen Mihemed îşaret bi xetereya çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmê kir ruxmî ku ji aliyê erdnîgariyê hat tunekirin û got: Hîna xetereya DAIŞ`ê heye ji ber ku hewl dide xwe li herêmê vejîne bi rêya desteka lojistîk ji aliyê dewletên ku vê yekê jî armanc dikin.

Her wiha Rûksen Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ`ê û li bendê firsendekê dimîne da ku piştgiriiya wê bike û got: Ji ber wê bênavber êrişî herêmê dike da ku rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê veke. Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi destxistina encamên gelek mezn bi dawî bû. Hemwextî wê, dewleta Tirk ji bo tola DAIŞ`ê hilîne, êrişên xwe firehtir kirin.

Rûksen Mihemed tekez kir ku dê berxwedana YPJ`ê berdewam bike da ku hemû erkên ku dane ser milê xwe pêk bînin û dê bi ruhê şehîd Arîn, Avesta, Zehra, Rêvan û Jiyan ên şerê DAIŞ`ê kirine, têkoşînê berdewam bikin û li hember hemû rengên dagirkeriya li djiî gelê herêmê û ya li dijî jinan ku rastî hemû cureyên tundiyê tên, vî ruhê berxwedanê mezin bikin.

TEMSÎLKIRINA XETA ŞEHÎDAN LI SER BINGEHÊ ERKÊN MIROVÎ

Rûksen Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “ji ber ku şoreşa me şoreşeke exlaqî û mirovî ye û ji bo ku em destkeftiyên ku me di deh salên şoreşê de bi ked û berxwedana gel û têkoşîna hevalên şehîd û yên ku perçeyên laşê xwe dane (birîndarên şer), biparêzin. ji gelê herêmê û taybet jinan tê xwestin ku bi ruhê fedaî û ruhê şerê gel ê şoreşgerî di şoreşê de tê bikoşe, destkeftiyên ku bi dest xistine û projeya demokratî ku li herêmê ava bûye û pergala Rêvberiya Xweser biparêzin."

Rûksen Mihemed piştrast kir ku her kes ji cih ku jê tê dikoşe de, tax, gund û malên xwe biparêze. Rûksen got: "Divê em bi berpirsiyariyên xwe rabin û li ser bingehê erkên me yên mirovî em nûnertiya xeta şehîdên xwe bikin. Ji bo wê jî pêwîste her yek ji me di nava vê şoreşê de tê bikoşe û biparêze. Îro em di qonaxeke pir zehemt re derbas dibin, ji ber ku sîstemên heyî hewl didin ku projeya hatî avakirin û şoreşa jinan li herêmê tune bikin û têk bibin. Her wiha helwesta me li hember van siyasetan dê bi xwedîderketina li şoreş û dsetkeftiyên me be.”

EM Ê BI VÎNA XWE YA XURT BERSIVÊ BIDIN

Rûksen Mihemed anî ziman ku bi ruha fedaî ew destkeftiyên ku di şoreşê de bi dest xistine biparêzin û li ser astên mezin ber ferh bikin, ji ber ku hemû cîhan berê xwe dayê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed tekez kir ku daxwazên wan ne tenê di çarçoveya gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye û wiha pê de çû: “Lê belê em bang li tevahî jin û gelên ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşin dikin ku destekdayîn û piştgiriya şoreşa Rojava, YPJ`ê û şoreşa jinan bikin, rêya şehîdan bi yekitî û vîneke xurt bişopînin da ku tevahî rengên dagikerî û sîstemên ku hewl didin jinan tune bike û civakê ji exlaq û mirovahiyê dûr bixe, jiyanê tune bike, bisekinin. Em ê bi vîneke xurt bersiva wan bidin.”

ANHA