​​​​​​​Nîşaneyên rageşiya li Idlibê ya piştî axaftinên li ser lihevhatina Şam û Enqereyê

Li “herêmên bêçek”, bi taybet Idlibê, Rûsya û hêzên hikumeta Şamê rageşoyê zêde dikin. Hemwextî wê daxuyaniyên têkildarî lihevanîna Şam û Enqereyê hene. Li aliyekî din helwesta dewleta Tirk ji şerê Rûsya û Ukraynayê re ne zelal e. Gelo nîşaneyên vê rageşiyê çi ne û lihevhatina ku behsa wê tê kirin gihaştiye çi astê?

​​​​​​​Nîşaneyên rageşiya li Idlibê ya piştî axaftinên li ser lihevhatina Şam û Enqereyê
4 cotmeh, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku 27ʹê Îlona borî parve kirine, balafirên şer ên Rûsyayê bi kêmanî 3 caran herêma Bab El Hewa, derdora Sermenda ya li ser sînorê Sûriyê û Lîwa Îskenderon a bakurê Idlibê bombebaran kirin. Ev herêm ji aliyê çeteyên "Ceyş El Îza" ve hatine dagirkirin. Heman demê liv û tevgera balafirên keşfê li herêmê hebû.

Di 30ʹê Îlonê de balafireke şer a Rûsyayê bombe li derdora gundê Riwêha yê başûrê Idlibê yê nêzî eniyên şer ên bi komên çete re barand. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bi bejahî heman cih topbaran kir û balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.

Di heman rojê de, balafirên şer ên Rûsyayê gundewarên Idlibê bombebaran kir. 8 caran derdora gundê Misîbîn ê rojhilatê bajarê Erîha yê li ser rêya M4 Heleb-Laziqiyê ya gundewarên Idlibê kir hedef.

Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê zêdetirî 100 guleyên obus û moşekan avêtin gundên Enkawî, Qilêdîn Zeqûm, Deqmaq û Himêdiyê yê Sehil El Xab ê gundewarê bakurê rojavayê Hemayê.

Di 2ʹyê vê Cotmehê de, li gundewarên Idlib û Laziqiyê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê gundên Fitêra, Filêfil û Sifûhin ê Cebel El Zawiyê yê başûrê Idlibê bi obusên giran topbaran kirin û çeteyên "Fetil El Mubîn" gundên Melace yê Cebel El Zawiyê topbaran kirin.

PEYAMÊN XURT

Rûsyayê çendîn car dewleta Tirk a dagirker bi wê yekê tawanbar kiriye ku pêkanîna lihevkirina li ser rewşa Idlibê, bi taybetî vekirina rêyên navneteweyî dereng dixe.

/kr/uploads/files/2022/10/03/190211_-.webp

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Ebdulumesîh El Şamî diyar kir ku ev êriş peyamên Rûsyayê ne ji dagirkeriya Tirk re ne û wiha got: “Êrişên Rûsyayê yên li cihên di bin kontrola komên çekdar de yên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne birêvebirin li ser wê arasteya ku min gote. Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de zêdetirî lihevkirinekê li ser bêçekkirina komên çekdar û tesfiyekirina van koman hebû, lê Tirkiye pabendî vê yekê nebû."

El Şamî diyar kir Tirkiye lihevkirinan dereng dixe û şantajê dixwaze û wiha domand: “Lewma Rûsya hewl dide zextê li Tirkiyê bike û peyamekê bişîne ku eger li gorî lihevkirinan tevnegere dê van koman bi temamî tasfiye bike ku ev kom kaxeza yekan û ya herî girîng  a Tirkiyê li Sûriyê ye, di encamê de ev nameyên xurt in ku Rûsya gelek caran bi kar anîne û niha dixwaze ji van zextên li ser Tirkiyê bi rêya van êrişan tiştekî bi dest bixe."

LIHEVHATINA HIKUMETA ŞAMÊ Û DAGIRKERIYA TIRK GIHAŞTIYE ÇI ASTÊ?

Ev rageşî di demekê de pêk hat ku axaftinên li ser lihevhatina hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de çêbûn. Beriya du rojan serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxuyand peywendiyên welatê wî bi hikumeta Şamê re di çarçoveyê îstîxbaratê de dimîne û li gorî encamên wan peywendiyan dê Tirkiye nexşeya têkiliyên xwe yên bi Şamê re diyar bike.

Li gorî raporên Tirkiyê û yên rojavayî, serokê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan li Şamê bi serokê Nivîsgeha Ewlehiya Nîştimanî ya hikumeta Şamê Elî Memlûk re civiya. Ev civîn piştî çend hefteyan ji hevdîtinên di navbera wan de yên li Moskov û Tehranê pêk hatin.

Medyaya ser bi hikumeta Tirkiyê ve diyar kir ku “Di civînê de şert û mercên her du aliyan hatin gotûbêjkirin û hewldanek ji bo danîna nexşerêyekê ji bo vegerandina aram a Sûriyên li Tirkiyê bo welatê xwe mijarên hevdîtina her du aliyan bû."

Berdevkê serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin hefteya borî ragihandibû ku niha tu planek ji bo pêkanîna peywendiyan li ser asta siyasî û dîplomatîk bi Şamê re nîne û gotibû, dezgehên îstixbaratî yên her du dewletan peywendiyan dikin.

Kalin her wiha ragihand ku helwesta Tirkiye ya li hemberî rejîma Şamê diyar e ku bi proseya Astana û xebatên komîteya destûra bingehîn ve girêdayî ne ku bidomin.

Wezîrê karên derve yên hikumeta Şamê Feysel El Miqdad jî ragihand ku tu peywendî li ser asta wezîrên derve yên her du dewletan de tune ye û got ku hikumeta wî xeta Astana wekî çareseriya siyasî ya yekane dibîne.

Lêkolîner Ebdulmesîh El Şamî der barê mijarê de got: "Têkildarî lihevhatinê, bawer nakim ku rewş hatibe guhertin. Tirkiyê li ser zimanê serokê Tirk û wezîrê karên derve ev nêzîbûn ragihand. Ev yek piştrast dike ku ev rêveçûn di rêyeke dûr û dirêj re derbas bûye, ji ber ku mijarên wiha bi gelemperî piştî pêkanîna ya herî girîng û herî mezin ji wan têne ragihandin. Serokê Tirk got mijar dê ji aliyê saziyên îstîxbaratê yên Tirkiyê û Sûriyê ve were diyarkirin, diyar e niha koordîneyê dikin. Ji ber vê di wê baweriyê de me ku pêwîstiyê vê mijarê bi dem û rêxistinkirinê heye. Heta niha tiştek bi dawî nebûye û peywendî qut nebûne, lê pêwîstiya wê bi demê heye."

Têkildarî derengketina lihevhatinê, El Şamî got: "Hewldanek ji bo sûdwergirtina ji vê mijarê ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin. Erdogan gavên bi vî rengî belaş naavêje û dixwaze bi gelek mijar û dosyayan şantajê bike. Her wiha ajandayên Erdogan çi li Sûriyê be yan jî li devereke din be ligel Rûsyayê hene. Ji ber vê yekê ez dibînim ku Erdogan bi vî awayî yan jî bi awayekî din hewl dide van dan û standinan û vê tawîza giştî bi kar bîne ku dibe wî şermezar bike. Lê ew hewl dide da ku destkeftiyan li Sûriyê yan jî li devereke din qezenc bike. Bê guman dosyaya Sûriyê ji bo Erdogan û Tirkiyê dosyayeke gelek girîng e û belkî ev yek ji sedemên paşxistina vegerandina peywendiyan be."

‘DIXWAZE HEBÛNA XWE LI SÛRIYÊ XURT BIKE’

Dewleta Tirk a dagirker pêkanîna lihevkirinên bi Rûsyayê re yên li ser “herêmên bêçek” dereng dixe, ji ber ku her tim hewl dide hebûna komên çete li wir xurt bike.

Lêkolîner Ebdulmesîh El Şamî got: "Tirkiyê îsrar dike ku komên terorîst, Cebhet El Nusra û yên din û bi hezara komên hene tev li proseya siyasî û rêvebirina bi rejîmê re bike. Ev ne tiştekî nû ye, berê jî ev komanan beşdarî projeyên siyasî yên mîna Astanayê û yên ditîr kir. Di esas de ev ger di navbera rejîmê û van koman de pêk dihatin. Ji ber vê yekê Tirkiyê eşkere dixwaze ku van koman beşdarî projeya çareseriya siyasî bike û tu tawîz an jî çareseriyeke siyasî bêyî beşdarbûna van koman di desthilatê de qebûl nake.”

ENCAMÊN ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ DÊ BANDOREKE ÇAWA LI SÛRIYÊ BIKE?

Ev rageşiya dawî li gel zêdebûna nakokiyên Rûsya û rojava der barê Ukraynayê de pêk hatin ku helwesta Tirkiyê ji vê mijarê ne zelal e.

Gelek kes çarenûsa lihevhatinên Rûsya-Tirkiyê yên der barê Sûriyê de dipirsin heke Tirkiyê li kêleka NATOʹyê bisekine ku dijberî Rûsyayê ye.

Li ser vê mijarê Ebdulmesîh El Şamî got: "Ji bo vegera Tirkiyê li hembêza NATOʹyê ez dibînim ku ev mijar dema wê boriyaye. Heke jê neyê qewitandin, Tirkiyê ji NATOʹyê dernakeve, ji ber ku Tirkiyê sûdê ji hebûna xwe ya di NATOʹyê de digire ku desthilat û kaxezeke xurt li dijî Ewropayê dide wê ku destwerdanê li biryara Ewropa, şer û aştiya li herêm û cîhanê dike. Ji ber vê yekê bawer nakim ku heke ne bi qewitandinê ve, Tirkiyê ji NATOʹyê dernkave. Bi giştî Tirkiyê hebûna xwe ya di NATOʹyê de li dijî Rûsyayê bi kar nayîne, dibe sûdê ji vê hebûnê digire da ku zextê li Rûsyayê bike û qezenciyan bi dest bixîne mîna ku di firotina balafirên bê mirov ji bo Ukraynayê û gelek helwestên li dijî Rûsyayê de kir, lê mijar naghêje asta dijminatî û şikenandina hestî. Tirkiyê ji NATOʹyê dernakve û wê nehêle ku NATO şerekî li dijî Rûsyayê pêk bîne, ji ber ku Tirkiyê îro di gelek aliyan de xwe dispêre Rûsya ya ku berî daye rojhilat û dixwaze Rûsya destekê bide wê. Ji ber ku beşek mezin a navend û giraniya aboriya cîhanê veguheriyê rojhilat. Rêxistina Şanghayê pêşeroj û navenda cîhana aborî ya nû bi xwe re hildigirin, lewma ew dixwaze bikeve vê herêmê û ji Rûsyayê daxwaz dike ku derî li ber wê veke, ji ber vê yekê dilsoziya wê bi Rûsyayê re dê ji dilsoziya wî ya bi NATO re zêdetir be.”

RÛSYA DEV JI SÛRIYÊ BERNADE

Çavdêr diyar dikin ku Rûsya ji ber gûrbûna nakokiyên bi rojava re li Ukraynayê, dibe ku neçar bibe ku hêz û berjewendiyên xwe li ser hesabê dosyaya Sûriyê veguhezîne wir.

Lêkolîner Ebdulmesîh El Şamî ku li Berlînê dimîne, got: "Sûriyê ji bo Rûsyayê dozeke navendî ye, tevî xetereya şerê li Ukraynayê lê girîngiya Sûriyê nekêmtir e. Ji bo Rûsya, Sûriyê navenda sereke ya hegemonî û parastina dewleta Rûsya û berjewendiyên wê ye. Ji ber vê yekê Rûsya qet dev ji Sûriye bernade û dê di rojevên wê yên pêşîn de bimîne û dê tevahî giraniya xwe bide Sûriyê û nahêle hevsengî werin guhertin, ji ber ku heke di pratîkê de meydana Sûriyê ji dest bide, dê biçe nav Rûsiya û were dorpêçkirin û rewş dê pir metirsîdar be û dê gelek berjewendiyên xwe, kaxezên bandora xwe, zext û karînên xwe ya kontrolkirina Amerîka û navneteweyî ji dest bide. Bi giştî  biryar li ser dosyayên girîng ên weke dosyaya Sûriye û Îsraîlê û dosyaya Îranê, mijarên girîng ên vê herêmê ne û ez bawer nakim Rûsya dev ji Sûriye berde."

ANHA