​​​​​​​Bîlançoya mehekê ya sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê: 75 kes hatin revandin û 2 mêtingeh hatin avakirin

Di Îlona borî de çeteyên dewleta Tirk a dagirker û MÎT`a wê 75 welatî revandin, 19 hezar darên daristanan birîn û 17 hezar darên zeytûnan jî desteser kirin. Her wiha guhertina demografiyê didomînin û pê ve girêdayî 2 mêtingehên nû li kantona Efrînê ya dagirkirî ava kirin.

​​​​​​​Bîlançoya mehekê ya sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê: 75 kes hatin revandin û 2 mêtingeh hatin avakirin
3 cotmeh, 2022   23:40
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker, MÎT`a wê û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî xelkê kantona Efrînê yê li wir mayî didomînin. Ji bo ku dagirkeriya xwe li wir mayînde bike û wê herêmê bi xaka Tirkiyê ve girê bide, bi awayakî  sîstematîk xwezaya wê wêran dike, demografî û dîroka wê diguhere.

Bi dagirkirina kantonê re, gelek sûcên dermirovî pêk hatin bi armanca berovajîkirina dîroka kantonê. Li hember vê yekê jî hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan, bêdeng û bê bertek in.

DI MEHA ÎLONÊ DE 75 WELATÎ HATIN REVANDIN DI NAV DE JIN Û ZAROK HENE

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bi dest xistiye dest xistiye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û MÎT`a wê di meha Îlona derbasbûyî de 75 welatî revandine. Di nav de 67 mêr, 5 jin û 3 zarok hene. dagirkeriya Tirk van sûcan dike, da ku welatiyên li Efrînê mane, koçber bike û bi hêsanî demografiya wê biguhere ku ji dema dagirkirina Efrînê ve di Adara 2018`an de berdewam e.

Li herêmên Raco û Bilbilê yên nêzî sînorên Tirkiyê, dagirkeriyê bi rêya MÎT û çeteyên xwe (çeteyên El Mutesim Bîllah, El Hemzat û Feyleq El Şam) di nav de 2 jin 12 mêrl revandin ku navên wan wiha ne:

Sena Nimir Qarislî (43), Rojîn Omer Qezmûz, Ehmed Reşîd Mustefa (75), Mustefa Menan Seydo (60), Aslan Şaban Seydo (30), Hemze Mustefa Mustefa (27), Ebdulqadir Şaban Seydo (24), Hanan Hişko (55), Mesûd Omer Hîro (40), Soran Xelîl Xelîl, Yasir Nasan û Dilovan Îsmayîl Hemze.

Li navçeyên Şêrawa û Cindrêsê, çeteyên (Tehrîr El Şam, polîsên sivîl, El Hemzat, Feyleq El Şam û Lîwaya Semerqend) û MÎT`a dewleta Tirk 17 welatî revandin, di nav wan de 14 mêr, 2 zarok û jinek jî hene. Navê revandiyan wiha ne:

Şîraz Xelîl Mihemed (29), Mihemed Ehmed Ebdo (17), Izedîn Reşîd (17), Adil Mihemed Kenjo (34), Hesen Salan Mustefa (29), Ebdullah Ebdulkerîm Mensûr (34), Mustefa Fîlek Naso (25), Macid Îbrahîm Xelîl Mihemed (23), Ednan Silêman Bekir (43), Mihemed Mihemed Oso (23), Basil Mihemed Elî (25), Mehmûd Mehmûd Mihemed (32), Salih Casim EL Ehmed (41), Telal Ebdulrehman Mûsa (31), Mihemed Golîn Reşîd, Ehmed Ehmed Ebdo û Mihemed Ehmed Selûm. 

Li kantona Efrînê û navçeyên Mabeta, Şiyê û Şera, çeteyên ewlehiya siyasî, Heyet Tehrîr El Şam, çeteyên El Hemzat, Feyleq El Şam, El Cebhe El Şamiye û MÎT`a Tirk, di nav de pîr û kal, 2 jin û zarokek hene, 44 welatî revandin. Navê yên hatine revandin jî wiha ne: 

Elî Salih (15), Sebah Qilêc (65), Eyşe Mihemed Nasan (50), Ehmed Betal (90), Henan Elîko (80), Izet Bekir Elî (70), Mihemed Xelîqullah Mustefa (70), Mihemed Bekir (65), Orî Sîmo (35), Mihemed Bekir Cergo (34), Cîhad Dawûd (50), Sebrî Ehmed Mihemed (48), Golîn Bekir Elî (50), Mustefa Seto (35), Mihemed Xilo (42), Kermo Mihemed, Xelîl Xelîl Elî, Cemîl Elî Xelîl, Mihemed Kafan Elî, Xelîl Henîf Kahfano, Riyad Xalid Ciha û Yasir Yûsif Zime. 

Her wiha 22 welatiyên din jî hatine revandin lê navên wan nehatine zanîn. 

ZÊDEYÎ 19 HEZAR DARÊN DARISTANAN HATINE BIRÎN Û 17 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN JÎ HATINE DESTESERKIRIN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 19 hezar darên daristanên kantona Efrînê ya dagirkirî li van herêman birîne:

Li bajarokê Meydankê: 4 hezar dar.

Li gundê Aşka yê rojavayê navçeya Cindrêsê: 3 hezar darên daristanê.

Li gundê Çeman ê navçeya Cindirêsê 2 hezar dar.

Li Girê Cihenemê yê derdora gundê Ruta û Remadana li navçeya Cindrêsê 10 hezar dar hatine birîn.

Her wiha çeteyên dagirker daristanên gundê Kefer Sefra û Hec Hesna li navçeya Cindrêsê û daristanên gundê Kaxirê yê navçeya Mabetayê şewitandin.

Çeteyan her wiha dest danîn ser zêdetirî 17 hezar darên zeytûnê yên şêniyên gundên navçeya Cindrêsê ku li van deveran in: Gundê Hec Hesna yê jorîn û jêrîn, gundê Remadana, gundê Ruta, gundê Tetara û gundê Kefer Sefra.

AVAKIRINA 2 MÊTINGEHAN LI FRÎNA DAGIRKIRÎ

Rêxistinê her wiha da zanîn ku komeleya bi navê "Wefa El Muhsinîn" li gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindrêsê dest bi avakirina mêtingeheyeke nû kiriye.

Komeleya bi navê "El Eyadî El Beyda" jî li gundê Qitmê yê navçeya Şera, mêtingehekê ava dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi van sûcan dixwazin Kurdên mayî koçber bikin û malbatên çeteyan li kantona Efrînê ya dagirkirî bi cih bikin. Beriya dagirkirina Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de, rêjeya Kurdan ji sedî 95 bû. Lê belê ji ber sûcên dagirkeriyê ev rêje kêm bûye û tenê bûye ji sedî 23.

(hs)

ANHA