Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Til Temirê ya Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xistin û got ev êriş nikare berxwedana me têk bibe.

Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Şêniyên Til Temirê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
1 cotmeh, 2022   12:06
HESEKÊ

Bi sedan welatiyên Til Temirê ya Hesekê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî, rûspiyên navçeyê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî yên di dosyaya Sûriyê de aktîf in xwepêşandanek li dar xistin.

Artêşa Tirk a dagirker îro, gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temirê ya Hesekê bi çekên giran topbaran kir. Di encamê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan, xeta kehrebê ya ku kehrebê dide stasyona navçeyê ji xizmetê derket û kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Xwepêşandan ji pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan bi serkêşiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Çand û Hunerê ya navçeyê dest pê kir.

Li gel Çerxerêya Mezin a li navçeyê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Ebdulwehab Teyo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gef û êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatî, mal û milkên wan û saziyên xizmetguzariyê ji bo tirsandina gelê herêmê û dagirkirina xaka Sûriyê ne.

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker ji bo hedefgirtina fermandarên QSD’ê balafirên bêmirov bi kar tîne û sîxuran li herêmê bi kar tîne.

Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, li hember van êrişên dewleta Tirk bisekinin û dê fişarê li hêzên hegemon bikin ku tecrîda li ser rêber Ocalan jî rakin.

Em soz didin gelê xwe ku li ser xeta şehîdan û rêbertî bin. Em ê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin û serkeftinên mezin ku hatine bidestxistin biparêzin. Dê di rûyê dagirkeriyê de bi yekitî û hevgirtina xwe bibin strî. Em ê dijminê ku dixwazin xaka Kurdistanê dagir biin têk bibin."

Xwepêşandan bi diruşmên "na ji dagirkeriya Tirk re", "Na ji xayîn û sîxuran re" û "Erê ji berxwedana li hember dagirkeriyê" bi dawî bû.

(fr)

ANHA