Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî ya dest pê kiriye

Li ser banga partî, rêxistin û çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, dijî bombebarankirina baregehên partiyan yên li Başûrê Kurdistanê, îro li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistan greva giştî dest pê kiriye. Ji danê siharê ve li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xelk daketine qadan û çalakiyan lidardixin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî ya dest pê kiriye
1 cotmeh, 2022   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê banga greva giştî li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kiribû.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û KODAR’ê jî îro bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina dewleta Îranê, îro tevlî greva giştî bibin.

Li ser banga partî, rêxistin û çalakvanan, di serî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li gelek herêman çalakî tên lidarxistin.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî hatine belavkirin, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Sine, Îlam, Urmiye, Bane, Seqiz, Bokan, Dîwander, Merîwan, Mahabad, Serdeşt, Nexede û Pîranşarê grev destpêkiriye.

Li gelek bajarên Îranê, taybet li zanîngehên Îranê greva giştî dest pê kiriye. Li gorî ragihandina Desteya Sendîkaya Xwendekarên Îranê, xwendekarên Îranê îro li zanîngeha Beheştî, Zanist, Teknolojî, Şerîf, beşa dixtoriya Didanan ya Zanîngeha Azadî ya Tahranê, Zanîngeha Azadî Tahran ya li Bakur, Zanîngeha Azad ya li Tahranê, beşa ziman, beşa edebî biyanî ya Tahranê, çalakî hatine lidarxistin.

Her wiha welatiyên bajarê Kerec li ber derê Zanîngeha Azad çalakiyek lidarxistin, li zanîngeha Xurazmî ya Kerec jî çalakiyek pêkhat.

Li bajarên Îranê Şîraz, Guherdeşt û gelek bajarên din jî bi heman armancê çalakî hatine lidarxistin. Piştgiriya ji bo greva giştî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her ku diçe zêde dibe. Li gelek welatên cîhanê bi heman armancê çalakî tên lidarxistin.