Li parka navenda çandê hemleya paqijê hate destpêkirin

Bi diruşma "Paqijî berpirsiyariya hemûyan e" Partiya kesk a Demokratîk bi hevkariya Gerînendetiya Jingehê ya Tebqayê hemleya paqijiyê li parka navenda çandê ragihand.

Li parka navenda çandê hemleya paqijê hate destpêkirin
1 cotmeh, 2022   12:24
TEBQA

Di hemleyê de endamên ji saziyên sivîl ên li Tebqa, endamên Partiya Kesk a Demokratîk û bi dehan şêniyên bajêr amade bûn.

Beşdaran dest bi paqijkirina navenda çandê kir. Piştî paqijî bi dawî bû, broşorên li ser parastina jîngehê, nebirîna daran hatin belavkirin.

Li ser vê yekê, Hevseroka Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê Hîbe Ebdurezaq El Xelef axivî û wiha got: "Me hemle bi beşdariya endamên rêveberiyê û şêniyan dest pê kir. Da ku girîngiyê bidin paqijirina cihên giştî û xweşikbûna herêmê."

Hîbe Ebdurezaq wiha domand: "Paqijî berpirsiyariya hemû welatiyan e, Em hemû di vê bajarî de dijîn û paqijiya wê berpirsiyartiya hemûyan e."

Li dawiyê Hîbe Ebdurezaq bang li şêniyan kir pabendî paqijiyê bin û hevkariya bi Gerînendetiya Jîngehê re bikin ku diyardeyên qirêjiyê têk bibin, da ku bajêr xweşik xuya bike û paqij be.

(fr)

ANHA