​​​​​​​Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê: Êrişa duh a Tirkiyê xizmeta ji DAIŞ`ê re ye

Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û destnîşan kir ku ev êriş dikeve xizmeta çeteyên DAIŞ`ê.

​​​​​​​Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê: Êrişa duh a Tirkiyê xizmeta ji DAIŞ`ê re ye
28 îlon, 2022   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveberiya Siyasî ya Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê têkildarî hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi hêrs û israra berdewamkirina piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser û israra teşhîrkirina sûcên rejîma Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyasetê wê, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê agahiya şehîdxistina hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero bihîst.

Hedefgirtina Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser ku berpirsyariya girtîgehên ku terorîstên DAIŞ`ê lê tê ragirtin, hildigire, dikeve xizmeta bihêzkirina DAIŞ`ê û şaneyên wê. Her wiha helwesta hikumeta Tirkiyê nîşan dide. Em terora hikumeta AKP`ê li dijî gelê me yê sivîl yê li herêmên Rêveberiya Xweser şermezar dikin. Bêdengiya civaka navneteweyî û di serî de hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên tevî QSD`ê şerê DAIŞ`ê kirin, lê ruxmî wê jî binpêkirina rêgezên NY`yê ji aliyê Tirkiyê ve temaşe dike, protesto dikin.”