Baregehên Hizba Demokratîk a Kurdistana Îranê û PAK`ê dîsa hatin bombebarankirin

Îranê carek din baregehên Hizba Demokratîk a Kurdistana Îranê ya li navçeya Koyeyê û ya Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Pirdê bombebaran kir.

Baregehên Hizba Demokratîk a Kurdistana Îranê û PAK`ê dîsa hatin bombebarankirin
28 îlon, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Heta niha têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketine.

Her wiha ji berî çend kêliyan baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya li navçeya Pirdê ya ser bi Kerkûkê bombebaran kir.

Îro danê sibehê balafirên bi çek û bê mirov yên Hizba Demokrata Kurdistanê ya Iranê ya navçeya Koyeyê bombebaran kirin. Di êrişa li Koyeyê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Her wiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşanî Kurdistanê hatin bombebarakirin. Heta niha ziyana wê nayê zanîn.