​​​​​​​Şênî û rûspiyên Holê tecrîd û êrişên dagirkeriya Tirk protesto kirin

Rûspî û şêniyên navçeya Holê ya Hesekê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku tecrîd û êriş bi hev ve girêdayî ne û armanc jî tunekirina vîna gelên azadîxwaz e.

​​​​​​​Şênî û rûspiyên Holê tecrîd û êrişên dagirkeriya Tirk protesto kirin
28 îlon, 2022   11:34
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê de hevkar e, çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de bi dehan rûspiyên êlên Ereb, şêniyên navçeyê û gundên wê hazir bûn. Her wiha endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mehmûd El Salim di çarçoveya çalakiyê de daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya planên dijminane li dijî gelên herêmê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê hewl dide vîna gelên azadîxwaz têk bibe.

Her wiha hat diyarkirin ku hemwextî van planan, tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike ku hemû qanûn û pîvanên mafên mirovan û peymanên navneteweyî binpê dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên li ser herêmê û tecrîda li ser rêber Ocalan berdewama Komploya Navneteweyî ne û binkeftina dewleta Tirk li hember fikrên rêber Ocalan û gelên xwedî li vî fikrî derketine, eşkere dike.

Di daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya PDK`ê jî hate kirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi rêya xiyaneta PDK`ê dixwaze derbeyê li doza Kurd bixe, şoreşên Kurdan û gelên din tune bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civat û hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku helwesteke cidî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Ocalan û kurdistaniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê, nîşan bidin. Her wiha hesab ji dagirkeriya Tirk bixwazin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

(şx)

ANHA