​​​​​​​Siyasetmedar: Divê civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hember kampa Holê bîne cih

Siyasetmedarên ji Reqayê bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hember kampa Hol bîne cih ku Rêveberiya Xweser bi tenê barên wê kampê radike. Her wiha hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPG û YPJ`ê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de pîroz kirin.

​​​​​​​Siyasetmedar: Divê civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hember kampa Holê bîne cih
27 îlon, 2022   03:17
REQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên di kampa Holê de bûyerên kuştinê pêk dianîn, di 25`ê Tebaxê de dest bi Pêngava Mirovî û Ewlehiyê kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqa Xazî El Yasîn got: “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê 24 rojan li kampa Holê dewam kir. Di pêngavê de gelek terorîst hatin girtin û gelek cebilxaneyên pê re hatin desteserkirin.”

El Yasîn destnîşan kir ku xetereya kampê, xetereyeke cîhanî ye ji ku fikrên dijminane yên terorîst tê de belav dibin û li ser cîhanê bi giştî ne tenê herêmê gef e.

Her wiha El Yasîn got: “Derdora 60 hezar malbatên DAIŞ`ê li kampê ne û dê rojekê vegerin welatên xwe û bi xwe re van fikrên tundraw û çanda tundiyê û terorê bibin.”

El Yasîn ev li gotinên xwe zêde kir: “Çima dewletên ku hemwelatiyên wan li vê kampê ne, wan venagerînin? Tevî ku dizanin, bi çareserkirina vê kampê re, dê ev endamên vê rêxistinê vegerin welatên wan. Dê her dewletek wan ji nû ve perwerde bike û dê li ser wan xetere bin.”

El Yasîn bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hember kampa Holê bînin cih û got: “Berpirsyariya kampê ji aliyê lojstîk, rêxistinî û tenduristiyê ne ji berpirsyariyên Rêveberiya Xweser bi tenê ye. Divê ev dewlet û hemû rêxistinên navneteweyî û NY`yê hewl bidin çareseriyekê bibînin û alîkariya Rêveberiya Xweser bikin da ku vê xetereyê bêbandor bikin.”

El Yasîn diyar kir ku barên Rêveberiya Xweser hene ku li hember kampê pêk tîne û wiha pê de çû: “Zêdetirî 6 hezar zaork hene. Mehane zêdetir 80 pitik tên dinê. Wek encamp, divê çavdêriyeke navneteweyî hebe da ku ev zarok ji nû ve werin perwerdekirin yan jî wan bişînin welatên wan û ev kamp bi temamî bê girtin.”

El Yasîn diyar kir ku dewleta Tirk ji demeke dirêj ve destekê dide terorê ne tenê li Sûriyê lê belê li cîhanê bi giştî, wê çeteyên xwe şandin Azerbeycanê, Lîbya û hewl da terorê li van her du welatan belav bike. Li gorî El Yasîn niha jî hewl dide leşkerên wê li her derê bin di nav de kampa Holê ji ber ku siyasetên xwe li ser terorê ava dike.

El Yasîn îşaret pê kir ku dewleta Tirk berpirsa wêranbûna Sûriyê ye û berpirsa vejandina DAIŞ`ê ye.

Di dawiyê de Xazî El Yasîn got: “Divê NY, dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî berpirsyariyên xwe bînin cih, bernameyeke diyar a çareseriyê deynin, kampê bigirin û welatiyên tê de ji nû ve perwerde bikin.”

Der barê heman mijarê de endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê li Reqayê Besam El Hemed destnîşan kir ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê xetereya kampê eşkere kir û bîrdoziya tê de diyar kir ku bi rêya afirandina tundrawiyekê armanca wê wêrankirin e û got: “Ev yek bi desteka dewleta Tirk a dagirker û gelek dewletên din pêk tên da ku projeyên xwe yên tundraw bi ser bixin.”

El Hemed ev li gotinên xwe zêde kir: “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê çareseriyeke beşî ji tundrawiya di nav kampê de bû. Di vê pêngavê de di oxira sepandina ewlehiyê di kampê de du hevalên me şehîd bûn.”

El Hemed daxuyand ku Rêveberiya Xweser her tim di nav têkiliyan de ye bi dewletên ku hemwelatiyên wan li kampê ne, da ku wan vegerînin, lê heta niha tu bersiv ji aliyê wan ve tune ye ruxmî bi xetereya vê kampê ya li ser xwe dizanin.

Her wiha El Hemed diyar kir ku hin dewletan bersiv da bangewaziyên rêveberiyê, lê hejmara wan kê me ji ber wê barê Rêveberiya Xweser giran e û got: “Me daxwaz kir ku dadgeheke navneteweyî li vir bê avakirin da ku van endaman darizînin lê dîsa jî tu bersiv nîn e.”

Besam El Hemed di dawiyê de bang li dewletan kir ku hemwelatiyên wan di nav kampê de, da ku berpirsyariyên xwe li hember kampê bînin cih û got: “Hêzên me QSD`ê, dê erkên xwe berdewam bikin da ku ewlehî li herêmê bi giştî pêk were.”

(şx)

ANHA