​​​​​​​Çalakvanê ji Siwêdayê: Hikumeta Şamê xelkê ber bi şer ve dehf dide

Careke din xwepêşandanan li Siwêdayê dest pê kir. Çalakvanekî siyasî diyar kir ku krîza li herêmê girantir bûye û êdî xelk nikare nan jî peyda bike. Her wiha eşkere kir ku hikumeta Şamê gel ber bi şer ve dehf dide û eşekere kir ku gelê Siwêdayê ber bi rewşeke zêdetir rêxistinî û aktîftir ve diçe.

​​​​​​​Çalakvanê ji Siwêdayê: Hikumeta Şamê xelkê ber bi şer ve dehf dide
27 îlon, 2022   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Li Siwêdayê sêşema borî li hember xirabbûna xebatên giştî yên xizmetguzariyê û rewşa jiyanî xwepêşandêran rêya Şam-Siwêdayê ya li nêzî bajarokê Hezim ê li bakurê Siwêda, rêya sereke ya bajêr girt û agir bi tekeran xist. Li aliyekî din li bajarokê Mezra piştî çareserkirina nakokiyê di navbera êlên herêmê de û girtina 2 ciwanên wê, aramî vegeriya bajarokê.

Ev ne cara yekê ye ku alozî li herêma başûrê Sûriyê çêdibe. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re û ji dema ku şoreş bû amûrek ji bo xizmeta ajandeyên derve, şêniyên Siwêdayê xeta sêyemîn hilbijart û partî, hêzên xwecih ava kirin da ku hêviyên şêniyên wê di avakirina rêveberiyeke xweser de mîna ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin.

Ev taybetmendiya ku şêniyên vê parêzgehê hêvî dikin pêk bînin, ji bo hikumeta Şamê metirsî ye ku li gorî aliyên siyasî û civakî yên Siwêdayê hewl da bi rêya piştgiriya komên çekdar tevliheviyê derxe û van hewldanan têk bibe.

Di Tebaxê de nakokiyeke mezin li parêzgehê rû da. Tevgera ‘Mêrên Rûmetê’ (Tevgera Rîcal El Kerame) ku komeke xwecih e ji şêniyên Siwêdayê ava bûye da ku herêmên xwe biparêzin, êrişî baregehên alîgirên hikumeta Şamê kir.

‘NIKARIN NAN BIKIRIN’

Çalakvanê siyasî û parêzerê ji Siwêdayê Adil El Hadî ji ajansa me re sedema ji nû ve destpêkirina xwepêşandanan kir û got: “Alozbûna rewşa aborî û rawestandina geşpêdana karsaziyê ji aliyê hikuemta Şamê ve bi rêya rawestandina sotemeniyê û kehrebeyê li ser bajêr, bû sedem ku pîşeyên herî sereke jî rawestin û di encamê de xelê êdî nema karîbû nan bikire. Ji ber wê xwepêşandan refleksa xwezayî li hember rewşeke wisa bû.”

‘HIKUMETA ŞAMÊ XELKÊ BER BI ŞER VE DEHF DIDE’

Bi gelemperî hikumeta Şamê dorpêçê li jîngehên li dijî siyasetên wê, ferz dike, madeyên xwarinê, derman û sotemeniyê qut dike, yan jî aloziyên jiyanî diafirîne da ku fişarê li wan jîngehan bike mîna bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dike.

Girêdayî îhtimala bikaranîna van rêbazan bi destê hikumeta Şamê li dijî şêniyên Siwêdayê, El Hadî got: “Xuya ye ku hikumeta Şamê bi hişkbûna xwe, xelk gihand rewşa li ber şer, ku hinek dibêjin hikumeta Şamê ji bo xizmeta hin berjewnediyên herêmî xelkê bi zananbûn ber bi şer ve dehf dide.”

El Hadî wiha pê de çû: “Zehmet e ku aramiyeke siyasî li Siwêdayê yan jî herêmên din ên Sûriyê hebe, madem hikumeta Şamê rewşên wan herêman mîna mafyayekê bi rê ve dibe. Ji bilî dizî û talanê tu xema wan tune ye.”

DÊ PÊVAJOYA BÊ ÇAWA BE?

Li gorî geşedanan, ev xwepêşandan wê yên dawîn bin, ji ber sedemên lidarketina wê hene û bê çareserî mane. Jê ya herî girîng, zîhniyeta hikumeta Şamê ye ku li ser ferzkirina hegemonya û navendîbûnê, bikaranîna hemû rêbazên fişarê li ser kesên li dijî siyasetên wê derdikeve, ava bûye.

Gelek hêz û kesayetên siyasî yên Siwêdayê banga pêkanîna modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Têkildarî wê, El Hadî got: “Siwêda ber bi serhildanek anku tevgereke ji berê zêdetir birêxistinkirî û çalaktir ve diçe. Ji ber ku tu çareserî li cem hikumetê nîn e. ”

El Hadî di dawiyê de got: “Dengên ku banga pergaleke nenavendî dikin ji berê zêdetir bilind dibin. Nexasim piştî ku ev têgeh, belavtir û zelaltir dibe û zemîna naskirina wê firehtir dibe ku çareseriya herî rast e ji rewşa giştî ya Sûriyê re.”

(şx)

ANHA