​​​​​​​Li Lîbyayê di şerên komên çekdar de zarokek hat kuştin, 8 kes birîndar bûn

Li bajarê Zawiyê yê li rojavayê paytexta Lîbyayê Terablusê di navbera komên çekdar ên ser bi ‘Hikumeta Yekitiya Nîştimanî’ ve şer derket, di encamê de zarokek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Lîbyayê di şerên komên çekdar de zarokek hat kuştin, 8 kes birîndar bûn
26 îlon, 2022   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Zawiye yê Lîbyayê li nêzî saziyên petrolê di navbera komên çekdar ên girêdayî ‘Hikumeta Yekitiya Nîştimanî’ de şer derket.

Hate zanîn ku ji ber şer rêya beravê ya li bajêr hatiye girtin, di dîmenên hatine parvekirin de jî de dengê gulebaranê hate bihîstin.

Hate ragihandin ku di encama şerê li bajêr de, zarokek hatiye kuştin û 8 kes birîndar bûne.

Ji beriya çend mehan ve di encama şerê li ser desthilatê yê di navbera hikumetên Ebdulhemîd El Debîbe û Fethî Başaxa de, li Lîbyayê aloziyeke siyasî û leşkerî û şer heye.