​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li saziyên hikumeta Şamê diyardeya îstifakirinê zêde bûye

Rojnameyên erebî yên îro behsa zêdebûna diyardeya îstîfakirinê di saziyên hikumeta Şamê de, xitimîna siyasî ya li Iraqê û aloziya enerjiyê ya li Ewropayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li saziyên hikumeta Şamê diyardeya îstifakirinê zêde bûye
26 îlon, 2022   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ZÊDEBÛNA ÎSTÎFAYAN DI SAZIYÊN HIKUMETA ŞAMÊ DE’

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Bi bilindbûna lêçûna veguhastinê re ku ji ber aloziya sotemeniyê li Sûriyê çêbûye, daxwaznameyên malnişîniya zû di nava saziyên hikumetê de zêde bûn. Meaşê karmendên saziyên hikumeta Şamê encax têra lêçûna veguhastinê dike. Rojnameya hikumetê Tişrîn li ser zimanê serokê Yekitiya Karkeran a Laziqiye Minem Osman got; hejmara karkerên ku daxwaznameyên îstîfayê li parêzgehê pêşkêş kirine, ji destpêka îsal heta Îlonê gihaştiye 516 daxwaznameyan.

Meaşê karmendên rejîma Sûriyê di navbera 60 hezar û 200 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Yanî rojane derdora 13-50 dolarî ye. Lê pêwîstiya her malbatekê ku ji 4 endaman pêk tê bi 400 dolaran heye da ku pêdiviyên jiyanê yên bingehîn peyda bikin. Pirî caran, karmend karekî din dikin da ku debara xwe bikin.

Karmenda ku di saziyekê de li Şamê kar dike, diyar kir ku ji bo bigihêje cihê kar, divê li 3 otobusan siwar bibe. Her wiha diyar kir ku meaşê wê hemû li lêçûna veguhastinê diçe. Lê dîsa jî karê xwe temam dike ji ber ku rêyên din ji bo debarê tune ne. Rişwet û bexşîş di saziyan de gelekî berbelav in. Heman karmend destnîşan kir ku bêyî van rêbazan kes nikare di saziyên hikumetê de kar bike.

Serokê Yekitiya Karkeran a Lazîqiyê Minem Osman jî sedema zêdebûna daxwaznameyên îstîfayê vegerand pêwîstiya karker û karmend bi jêdereke din a debarê. Bi taybet karker dema vê daxwaznameyê pêşkêş dikin, meaşê xwe yê malnişîniyê distînin. Tevî wê jî piraniya van daxwaznameyên îstîfayê hatin redkirin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh raporek li ser bihabûna mazotê di sûka reş de li parêzgeha Himsê belav kir ku nirxê her bermîleke mazotê bûye milyonek û 300 hezar lîre. Lîtreya benzînê jî bi 7 hezar lîreyî tê frotin.”

‘2 PARTIYÊN LI KURDISTANÊ BI ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ RE LI HEV KIR’

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya El Beyan nivîsand: “Her du partiyên sereke yên herêma Kurdistana Iraqê (PDK, YNK) ragihand ku ev tev li hevbendiyeke siyasî ya nû bûne ku hêzên Çarçoveya Hemahengiyê û hêzên din jî digire nava xwe. Navê hevbendiya nû ‘Rêveberiya Dewletê’ ye. Malpera Sky News Erebiye ragihand ku dan û standinên wan ên têkildarî peywira serokkomar didomin.

Berdevkê YNK’ê Mehmûd Mihemed diyar kir ku her du partiyan ji bo wê peywirê hîna li hev nekiriye û ew hîna girêdayî namzetê xwe Rêber Ehmed in.

Medyaya Iraqê jî li gorî rayedarekî Çarçoveya Hemahengiyê Mehmûd El Heyanî ragihand ku yekşemê ragihandina hevbendiya Rêveberiya Dewletê bê ragihandin ku Çarçoveya Hemahengiyê, hevbendiya Ezim, YNK, Hevbendiya Serdestiyê ya Sunnî, PDK û bloka Babîliyûn a Xiristiyan tê de cih digirin.

El Heyanî da zanîn ku derî li pêş Sedr vekirî ye ku tev li vê hevbendiyê bibe û diyar kir ku armanc ji vê hevbendiyê, lihevkirina li ser rêvebirina qonaxa bê ye bi rêya hikumeteke bi hêz ku piraniya aliyên siyasî li ser li hev bikin û serkeftina wê mîsoger bikin.

Çarçoveya Hemahengiyê hewldanên xwe ji bo lidarxistina rûniştinên parlamentoya Iraqê didomîne.”

‘EWROPA JI BER KRÎZA ENERJIYÊ XERCKIRINA KEHREBEYÊ KÊM DIKE’

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Ewropayê de wiha nivîsand: "Medyaya ewropî piştrast kir ku  plana Yekitiya Ewropayê (YE) ya ji bo krîza enerjiyê dê rê bide xerckirina kêm a kehrebeyê li welatên endam."

Rojnameya Îtalî Corriere della Sera ragihand ku plana YE’ê ya ji bo krîza enerjiyê nîşan dide ku ew ê rê bide welatên endam ku xerckirina kehrebeyê ji ya ku niha tê pêşniyarkirin, kêmtir bikin."

Serfkarên li 27 welatên endam ên Yekitiya Ewropayê, ji ber ku Rûsyayê dabînkirina gaza xwezayî qut kir, li hember fatûreyên rekor ên enerjiyê ê dikoşin, ev dihêle ku hikumet zorê li komîseriyan bikin da ku li rêyên çareseriyê bigerin.”