Xwepêşandanên li Îran û Rojhilat di roja 8ʹan de berdewam dikin

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di roja 8ʹan de berdewam dikin.

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilat di roja 8ʹan de berdewam dikin
25 îlon, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên li ser torên civakî tên parvekirin, di roja 8’emîn de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li bajarên weke, Tehran Welîesir, Ekbatan, Setarxan, Sadiqiye, Aryaşehir, Saedet Abadî berdewam kirin.

Xwepêşanderan bênavber dirûşmeya, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dikin ku destpêkê li Sineyê hate gotin û piştre li seranserî bajarên din belav bû.

Li bajarê Sine jî careke din welatî daketin qadan. Tevî gulebarana rasterast a hêzên Îranê, dirûşmeya, ‘Mirin ji bo dîktator’ gotin. Her wiha li bajarên Pîranşar, Mehabatê jî xwepêşandan li dar ketin.

Li bajarê Şino jî ku ji şeva Înê hate sibehê beşek ji kolanên wê di destpê xwepêşanderan de bû, gelek yekîneyên taybet ên polîsan lê hatine bicihkirin. Xeta înternet û peywendiyan hatiye birîn. Li gorî çend çavkaniyan pêngava binçavkirin û girtina xwepêşanderan li Şino destpê kiriye.

Her wiha li gorî ajansa nûçeyan a Îrna ya ser bi hikûmeta Îranê ku li ser zimanê Fermandarê Polîsên Giyalan parvekiriye, di nava 3 rojan de 740 kes ku ji vane 60 jinin ji ber xwepêşandanan li Giyalan hatine binçavkirin.

Li bajarên Şîraz, Rezcan, Newşehir jî xwepêşandan bi awayek berfireh pêk hatin û li dijî rêberên Komara Îslamî ya  Îranê dirûşme gotin.

Tevî birîna înternetê û şîdeta li hemberî xwepêşanderan, hejmarek rojnameger hatine binçavkirin.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihandîbû ku di xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 54 kes ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine qetilkirin. Cenazeyên kesên hatine kuştin jî bi mercê ku taziye nedeynin radestî malbatan tên kirin.

Li aliyê din jî Radyoya Îranê kuştina 35 kesan ragihand û diyar kir ev kes li 13 bajarên cûda yên Îranê hatine kuştin.