Rejîma Îranê Biradost û Balekayetî daya ber topan– HATE NÛKIRIN

Rejîma Îranê careke din, herêmên çiyayî yên herêmên Biradost û Balekayetî yên ser bi Hewlêrê  ve topbaran dike.

Rejîma Îranê Biradost û Balekayetî daya ber topan– HATE NÛKIRIN
25 îlon, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsʹê, rejîma Îranê careke din, herêmên çiyayî yên herêmên Biradost û Balekayetî yên ser bi Hewlêrê ve topbaran dike.

Hate ragihandin ku gundên Bin Perêze, Derho, Ketine, Gorasayê, Naw Rubaran, Seqer û qûntara çiyayê Berbizina yên Biradost tên topbarankirin.

Li Balekayetî jî çiyayê Hergurd û qûntara çiyayê Çîxê Derê yên ser bi Çomanê tên topbarankirin.

Rejîma Îranê duh jî herêma Biradost topbaran kir.